Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele 2020-06-18 09:10:52 ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jina ya Şakranê Dîdem Akman 4 meh in ji ber binpêkirinên mafan di rojiya mirinê de ye. Dayika wê Zulfiye Akman, diyar kir ku keça wê pir zihîf bûye û got: "Roj bi roj dihele. Bila daxwazên ên di rojiya mirinê de bên qebûlkirin." Dîdem Akman ku di 29'ê Nîsana 2009'an hewl dabû li hember Wezîrê Dadê yê berê Hîkmet Samî Ozturk sûîqastekê çêbike, hatibû girtin û ji ber vê 9 caran cezayê muebata giran lê hatibû birîn. Niha di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ye û ji 19'ê Sibatê ve ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê di rojiya mirinê de ye. Dayika wê Zulfiye Akman, xwest binpêkirinên mafan bi dawî bibin.   Dayik Akman, anî ziman ku keça wê di 22'yê Nîsana 2016'an de şandine Girtîgeha Jina ya Şakranê û ji ber binpêkirinên mafan ên li vira bi dehan car daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine, lê nehatine bersivandin. Akman, diyar kir ku wexta keça wê dest brojiya mirinê kiriye 64 kîlo bûye, lê niha pir zhîf bûye. Dayik Akman, bilêv kir ku keça wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û refaqatvanek wê jî tuneye. Dayik Akman, got: "Ji bo vê min telefonî Wezareta Dadê kir. Min behsa rewşa keça xwe kir û min xwest kesekê bişînin cem wê. Min ji wan re got, 'Keça min ji bo bêedaletiya we rast bike dest bi rojiya mirinê kiriye.' Ê bi min re axivî got, 'Bila dev ji rojiya mirinê berde em ê wê bişînin cem hevalên wê. Heya dev ji rojiya mirinê bernede em nikarin tiştekî bikin.' Min jî got, ma bila bimirin? Wî jî ji min re got, 'Heger dixwazin bimirin bila bimirin.'"   Dayik Akman, anî ziman ku keça wê naxwaze bê berdan tenç dixwaze binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dawî bibin.   'BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'    Akman, destnîşan kir ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û nayên tedawîkirin. Akman, diyar kir ku dengê van girtiyan jî nayê bihîstin û got: "Li Tirkiyeyê Girtîgeha Şakranê di warê îşkenceyê de di rêza ewil de ye. Rêveberiya girtîgehê wekî girtî ne mirov bin tev digere. Wexta hevdîtinên vekirî saeteke lê li Şakranê 40 deqe ye. Herî daî min di 2'yê Adarê de keça xwe dîtiye. Ji ber cezayê wê yê pêwendîdanînê hebû ji 17'ê Nîsanê heya 12'ê Hezîranê min dengê wê nebihîstibû. Di 12'ê Hezîranê de telefon kir, dengê wê nexweş dihat."   Akman, destnîşan kir ku demildest divê heyeteke bijîşkan biçe girtîgehê û girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Akman, anî ziman ku 4 meh in keça wê nehatiye mauyenekirin û bal kişand ser mirina Hêlîn Bolek, Îbrahîm Gokçek û Mûstafa Koçak. Akman, xwest rojek berî rojekê daxwaza parêzerên di rojiya mirinê de jî bê qebûlkirin û got: "Divê daxwaza keça min û ya ên di rojiya mirinê de gişa bê qebûlkirin. Heya ji destê min bê ez ê xwedî li wan derkevim. Roj bi roj dihele. Bila kes bêdeng nemîne. Keça min êdî nikare xwe bileqîne jî. Gardiyan 15 deqeyan carekê diçin lê mêze dikin ka rewşa wê çawa ye."