Yasaya notirvanan ket meriyetê 2020-06-18 09:11:53 NAVENDA NÛÇEYAN – Yasaya ku erka bikaranîna çekan da notirvanan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.  Yasaya ku ji 18 xalan pêk tê û rêbazê xebat û erka notirvanan diyar dike di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Qanûn îro hat weşandin û 21 hezar notirvan hatiye derxistin. Li gorî van xalan yasayê dê ji niha şûn ve notirvan dikaribin li sûk û taxan devriye bigerin, li nasnameyan bipirsin û kesên di rewşa gumanbar de dikaribin rawestînin û mudaxileyî kesên gumanbar bikin. Her wiha dê notirvan dîsa dikaribin mudaxileyî xwepêşandan û meşan bikin.