Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da 2020-06-18 10:46:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku kesê di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de li herêma Biradost jiyana xwe ji dest daye pêşmergeyê PDK’ê ye.   Şava borî li herêma Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê balafirên şer ên Tirkiyê koçerên herêmê bombebaran kirin. Di encamê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin îro cenazeyê wî hatiye veşartin.    Li gorî nûçeya RojNewsê; pêşmergeyê bûye qûrbaniyê êrişê xelkê Dihokê ye û navê wî Ebas Mexdîd e û 37 salî ye. Hat diyarkirin ku Mexdîd pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. Îro cenazeyê wî li goristana bajaroka Herîr a ser bi Hewlêrê hat veşartin.