Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe 2020-06-18 11:08:21 ÇEWLIG - Niştecihên gundê Altinevler a navçeya Azaxpêrt ên malên wan di erdhejê de zirarek mezin dîtin, diyar kir ku heya niha kesek neçûye gel wan, kon ji bo wan nehatiye dayîn, nikarin bikevin malên xwe û li derve mane.”  Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê erdheja bi pileya 5.7 pêk hat û li gorî tespîtên li navçeyên Kanîreş, Çêrme û Çatê 22 avahî hiweşiyan û 214 avahîjî zirarek mezin dîtin.   Hat diyar kirin ku gundên li hemêrê zirarek mezin dîtine heya niha tu rayedar neçûne wir hene. Yek ji gundên di erdhejê de zirarek mezin dît gundê  Altinevler a navçeya Azaxpêrtê ye. Li gund zirar gehiştiye gelek malan û heya  niha kesek neçûye serdana gund û ji bo gundiyan kon nehatiye  dayîn. Yek ji gundiyên mala wan di erdhejê de zirarek mezin dît Huseyîn Serînkaya, mexdûriyeta xwe anî ziman ku wiha got: “Ji ber taviya baran û teyrokê jî malên me bi bandor bûn. Êdî rewş wisan bûye em nikarin serê xwe bişûn. Divê demildest cihekê ji me  re ava bikin.”   ‘KON JÎ NEDAN ME’   Serînkaya, da zanîn ku xaniyê wan bi hilweşînê re rû bi rû ye û wiha bilêv kir: “Ji ber vê em nikarin bikevin malên xwe. Xesara di xaniyê me de pir zêdeye. Şandeya ku hatiye avakirin divê bê gundê me jî û tespîtan bike.”    Welatiyê mala wî jî zirarek mezin dît Mehmet Gureş jî, diyar kir ku di rewşek pir zûr dene û wiha got: “Em nikarin bikevin malên xwe. Divê şande bê gundê me jî û lêkolînê bike. Her ku diçe rewşa me zortir dibe.”    LI DERVE RADIZIN   Rohat Serînyel jî, bal kişand ser îhmalkariya heyî û wiha hirsa xwe anî ziman: “Zarokên me piştî erdhejê ditirsin ku razin. Em derve de mane û dibin baran û zîpikê de şev û roja xwe derbas dikin. Zarokên me hene. Konekê jî ne dane me ku em serê xwe bixin binê wê. Zarokên me li derve de radizin. Ji tirsa em newêrin bikevin malên xwe. Kes ne halê me dipirse û ne jî li me mêze dike. Gelo çima alîkariya me nayê kirin? Xanî û amûrên em zirar dîtine. Divê rojek berî rojekê gavên pêwîst bên avêtin û li rewşa me bê pirsîn.”