‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye' 2020-06-18 11:10:32 AMED – Cîgira Hevserokên ESP’ê Beydan Taşkiran a di “Meşa demokrasiyê” ya HDP’ê de cih digire got: “Ev meş meşa ku gelê tirk carek din rûmeta xwe rake ser pêya ye.”     “Meşa Demokrasiyê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) baskê Colemêrgê gihîşt Amedê. Yek ji van meşvanan jî Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Beycan Taşkiran e. Taşkiran têkildarî meşê axivî û diyar kir ku rûmetê gelê tirk ji aliyê hêzên serwer ve hatiye binpêkirin û got: “Ev meşa me di heman demê de li dijî rûmet şikandinê ye. Em bi vê meşê dixwazin rûmeta gelê tirk rakin ser pêya û ji bin wê bêrûmetiyê rizgar bikin. Lê di esasê xwe de meşa hevpar a Tirkiyê û Kurdistanê ye. Meşa li dijî faşîzmê rabe ser pêya ye.”    BANG LI TIRKAN KIR    Taşkiran da zanîn ku ji bo biratiyek bi rûmet a tirk û kurd bi hev re bimeşin divê gelê tirk ji bo gelê kurd ku her roj tê qetilkirin rabe ser pêya û ji bo hemû metirsî ji holê rabin bi rojane ew dimeşin Enqereyê. Taşkiran anî ziman ku têkoşîn û meşa wan bi li gel hemû astengkiyan jî didome û lê dewletê hemû amûrên xwe li dijî meşa wan xistiye dewrê û ew ji Colemêrgê heta Amedê bi dîmenên dagirkirin û darbeyê rûbirû mane. Taşkiran diyar kir ku tevî hemû zext û tirsê û astengiyan jî gel xwedî li meşa wan derket û ev meşa wan destpêk e û ew dikarin vê carê bi ser bikevin.