Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune 2020-06-18 11:47:19 AMED - Danişîna doza rojnameger Rojhat Dogru li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Pêzan di raporê de aşkere kir ku hatiye dîtin di destê Rojnameger Rojhat Dogru de çek tune ye.  7'emîn danişîna doza Rojnameger Rojhat Dogru, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Şahid Ridvan Ozdemir îdea kiribû ku Rojnameger Rojhat Dogru dema li Kobanê bi kamerayê dîmen dikişandin, di destekî wî de kamera û di destê din de jî çek hebû. Dozger der barê Dogru de bi îdîaya "Yekîtî û tevhiya dewletê xera kiriye" "Bi zanebûn birîndar kiriye", "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda" doz vekiribu. Danişîn îro li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dogru ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parêzerê Dogru Resul Tamur amade bû. Di danişînê de pêzan aşkere kir ku hatiye tespîtkirin ku di destê Dogru de tune ye. Parêzerê Dogru Resul Tamur, ji bo rapora kesênk pêsan dema parastinê xwest.    Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza parêzer Tamur danişîna dozê taloqî 13'ê Cotmehê kir.