YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin 2020-06-18 12:15:26   NAVENDA NÛÇEYAN – Koma YNK’ê ya li Meclisa Iraqê, êrîşên TSK’ê yên li dijî Şengal, Mexmûr û Qendîlê şermezar kir û ev bang kir: “Bila hebûna leşkerî ya Dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bê bidawîkirin”   Koma Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Meclisa Iraqê, derbarê êrîşên hewayî yên Tirkiye û Îranê yên li dijî herêmên Şengal, Mexmûr û Qendîlê yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. YNK’ê daxuyand ku Tirkiyeyê bi êrîşên xwe armanc dike ku tirsê li herêmê belav bike û welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bike û wiha got: “Ji bo ku hê zêdetir mudaxaleyî herêmê bike dixwaze herêmên mijara gotinê ne bê mirov bike. Bi taybetî jî dixwaza herêmê Bradostê ya girêdayî Hewlerê vala bike û plan dike ku hêzên xwe yên leşkerî li vir bi cih bike.”   SERWERIYA IRAQÊ TÊ BINPÊKIRIN   Di berdewama daxuyaniya xwe de YNK’ê bal kişand ser êrîşên Îranê ku bi Tirkiyeyê re di heman waxtî de li dijî herêma Hacî Umranê pêk anîn û ev tişt got: “Dewleta tirk û Îran serweriya Iraqê bin pê dikin. Êrîşên Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Em van êrîşên ku serweriya Iraqê bin pê dikin şermezar dikin û bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku li dijî van êrîşan helwesteke micid nîşand bide. Divê Hikûmeta Iraqê gel, xak û serweriya xwe ji êrîşên Tirkiyeyê biparêze. Divê pêşî li van êrîşên ku gelê sivîl mexdûr dikin bê girtin. Ji bo dawîkirina hebûna leşkerî ya dewleta tirk a li Herêma Kurdistanê û Iraqê, divê di serî de raya giştî ya navneteweyî bikeve nav tevgere. Ji bo ku Tirkiye pirsgirêkên xwe bi awayekî demokratîk çareser bike zext li Tirkiyeyê bên kirin.”