'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’ 2020-06-18 12:30:41   WAN – Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr diyar kirin ku êrişa li dijî Mexmûr û Şengalê êrişa peyama “em êk urdan tune bikin e” didin gelê kurd û bertek nîşanî bêdengiya herêmî û hêzên navnetewî dan.    Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr yên Şirnexê bertek nîşanî êrişên esmanî yên balafirên şer ên Tirkiyê li ser Şengal û Mexmûrê dan. Parlamenteran bertek nîşanî bêdengiya PDK, YNK û hêzên navnetewî ya ji bo êrişan dan.    'PEYAMA TUNEKIRINÊ YE’    Parlamenter Hasan Ozguneş diyar kir ku AKP-MHP-Ergengok faşîzmek heta niha nehatiye dîtin li ser gelan disepînin û got: “Roja ku meşa me ya demokrasiyê dest pê kir dewleta tirk dest bi êrişên li ser herêma Kurdistanê, Mexmûrê û Şengalê kir. Xelkê me Mexmûrê mexdûrên zilma dewletê ya salên 90’î ye ku ji Bakurê Kurdistanê çûne wir. Dewleta AKP-MHP û Ergenekonê peyama ‘em ê kurdan tune bikin’ dide gelê kurd.”    'PÊWÎSTE PDK Û YNK HELWESTA XWE ZELAL BIKIN’    Ozguneş anî ziman ku PDK û YNK ketine derdê ku dibêjin “me dewletek biçûk ava kiriye, bila kes tevlî me nebe” û loma êrişên li ser herêma Kurdistanê giran dibin û got: “Divê ku PDK û YNK li dijî êrişên dewleta tirk helwesta xwe zelal bikin. Ev her du partî li dijî van êrişan dengê xwe dernaxin. Ji ber vê yekê jî naxwazin xelkê herêmê jî dengê xwe derxe û destûrê nadin xelkê. Mixabin tiştên li ser axa Başûrê Kurdistanê diqewimin ji bo me rismek bi êş e. Divê em hemû gelê kurd li dijî van êrişan xwe bikin yek û li dijî van êrîşan rabin. Heke em bibin yek û bi hêz bibin em dikarin bersiva van êrişan bidin û êrişan pûç bikin.”    'DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRIŞAN RABE’    Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî destnîşan kir ku ew teqez êrişên li dijî Mexmûr, Şengalê qebûl nakin û got: “Dewleta tirk bi van êrişan re jî hemû hiqûqa navnetewî jî binpê kiriye. AKP-MHP heta ku ji hêzên navnetewî destûr wernegirin nikarin êriş bikin. AKP-MHP li dijî hemû nirxên gelê kurd dijminatiyê dikin. Ev êriş jî parçeyek vê dijminatiyê ne. Ev êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê êrişên li dijî jiyana azad û wekhev a li wê derê ne. Şengal û Mexmûr ji bo gelê kurd sembol in. Pêwîste rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî van êrişan helwesta xwe zelal bike û bêdeng nemîne. Ev yek di heman demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan jî elzem e. Divê her beşên civakê yên gelê kur dli dijî van êrişan rabe Û bêdeng nebe. Lazime hêzên navnetewî jî li gelê me yên li wan deveran xwedî derkeve û li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemîne.”