Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir 2020-06-18 12:35:20   STENBOL - Akademîsyena Aştiyê Lutfiye Bozdag, ku danezana “Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribû û doz lê hatibû vekirin, li gel biryara Destûra Bingehîn disa sewqî dadgehê kirin. Bozdag li dadgehê beraet kir.    Danişîna doza Akademîsyena Aştiyê Lutfiye Bozdag ku bi hinceta danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribû û doz lê hatibû vekirin li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Bozdag, berî tev li danişînê bibe li pêş dadgeha Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da.    Parêzerê Bozdag, Meriç Eyuboglu, anî ziman ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), diyar kir ku îmzekirina belgeya "Ez nabim şirîkê vî sûcî" ne suc e û wiha got: "Di ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re 11 meh derbas bû. Îro dîsa Lutfiye Hoca û di meha tîrmehê de jî Gençay Gursoy û Şebnem Korur Fincanci dê dîsa derkevin pêşberî 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê. Akademîsyenên ku tên darizandin, darizandina wan li dijî hiqûqê ye. Bi vê yekê aşkere daraz tê binpêkirin."    ‘DAXWAZA AŞTIYÊ NAYÊ DARIZANDIN'   Akademîsyena Aştiyê Lutfiye Bozdag jî  anî ziman ku li gel rîska vîrûsa corona dîsa akademîsyenên aştiyê derdixin pêşberî dadger û wiha got: "Em carek din daxwaza xwe ya aştî û edaletê dubare dikin. Em li pêş edliyê carek din gotina xwe dubare dikin. Daxwaza aştiyê nayê darizandin."    Di danişînê de Lutfiye Bozdag û Prz. Meriç Eyuboglu amade bûn. Prz. Meriç Eyuboglu anî ziman ku di ser biryara AYM'ê re 11 meh borîn û xwest muwekîla wê beraat bike. Piştî parastinê heyetê biryar da. Heyetê biryara AYM'ê li ber çavan girt û der barê Bozdag da biryara beraetê da.