Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin 2020-06-18 12:55:44 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 7 tebaxa 2019’an ve nikarin bi  muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Elehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerê Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulanê, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tabaxa 2019’an de bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzeran 80 serlêdanan kirine, ne bi erênî ne jî bi neyînî serlêdanên wan nehatine bersivandin.