11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn 2020-06-18 13:02:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Bi angaşta “Heqareta li Serokkomar” 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Tûrgût Oker hat birîn.    Daneşîna doza ku bi angaşta “Heqareta li Serokkomar” li Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker hatibû vekirin, li Edliyeya Çaglayanê hat dîtin. Di daneşînê de 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Oker hat birîn.