Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin 2020-06-18 14:24:45 RIHA - Kedkarên tenduristiyê yên li Rihayê, diyar kirin ku piştî pêvajoya “normalbûnê” hejmara kesên bi vîrûsê ketin zêdetir bûn û berpirsê vê rewşê ne gele, rayedarin.    Odeya Bijîşkan a Rihayê û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES), derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) û pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajêr pir zêdebûne de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Odeya Bijîşkan hat lidarxistin.    REWŞA KEDKARÊN TENDURISTIYÊ   Serokê Odeya Bijîşkan Omer Melîk, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku piştî pêvajoya “normalbûnê” li bajêr hejmara kesên bi vîrûsê ketin pir zêdetir bû. Melîk, anî ziman ku di pêvajoya şewbê de bi hezaran kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin û wiha got: “Gelek xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de ekîpmanên parastinê yên takeskî pir kêmin. Bi pêvajoya normalbatûnê re hejmara kesên bi vîrûsê ketin hatiye piştguhkirin. Ji ber vê her ku diçe vîrûs belavtir dibe. Dîsa li gorî tê xwestin test nayin kirin. Di vî warî de tiştek bi raya giştî re nayê parvekirin. Ji ber vê derbarê rewşa tenduristiya xebatkarên tenduristiyê û civakê de fikarên me hene.”    ‘DIVÊ GEL BERPIRSIYAR NEYÊ DÎTIN’   Hevseroka Şaxa SES’ê ya Rihayê Eylem Salar jî, bal kişand ser fikarên aborî û siyasî yên heyîn û wiha got: “Ji ber fikarên siyasî û aborî biyara normalbûnê hat dayîn. Ev jî bû sedem ku civak rehet nêz bibe. Tenê li ser ropûşan û mesafeya civakî nîqaşkirin ne bese. Di heman demê gel weke berpirsiyar dîtin jî ne raste. Divê  nîqaşên rast û dirûst bên kirin û gel bi awayekê rast bê beralîkirin.”