Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne 2020-06-18 15:12:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Derve ya Iraqê, piştî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, Şengal û Qendîlê, cara duyemîn bangî Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kir û jê xwest ku Tirkiye leşkerên xwe yên li ser axa Iraqê, Başîka û cihên din paşve vekişîne.    Wezareta Karê Derve ya Iraqê, piştî êrişên hewayî yên balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Qendîlê bang li Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kir. Di daxuyaniya wezaretê derbarê vê yekê da de wiha hat gotin: "Ji bo ku Yildiz were wezareta me, me bangî wî kir. Em van êrîşan qebûl nakin û şermezar dikin."   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tirkiye bi êrîşên hewayî serweriya Iraqê bin pê dike. Iraqê, êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê bi awayekê xurt şermezar kiribû. Ev êrîşên ku rêzikname û qanûnên navneteweyî bin pê dikin bi tu awayî nayin qebûl kirin. Divê Tirkiye leşkerên xwe ji ser axa Iraqê, Başika û cihên din paşve vekişîne."   Wezareta Karê Derve ya Iraqê, berê jî bangî Sefîrê Tirkiyeyê Yildiz kiribû û nota dabûyê.