Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye 2020-06-18 17:05:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Erebîstana Siûdî êrîşên rejîma Îranê û Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê şermezar kir û got: “Ev gefeke li diijî ewlekariya Ereban û herêmê ye. Iraq ji bo parastina xwe çi biryarê bigire, em ê piştgiriyê bidinê.”   Wezareta Karê Derve ya Erebistana Siûdî, derbarê êrîşên Tirkiyeyê û rejîma Îranê yên li dijî axa Iraqê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku êrîş hat şermezarkirin de, hat destnîşankirin êrîş ev nayên qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi van êrîşan mûdaxeleyî karên dewletên Ereban tê kirin û wiha hat gotin: “Ev binpêkirinek eşkere ya li dijî axa Iraqê ye. Ev gefeke li ser ewlekariya herêmê û ewlekariya Ereban e. Êrîş binpêkirina peymanên navneteweyî ye.”   Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erebistana Siûdî li kêleka Iraqê cih digire û hat gotin: “Iraq ji bo parastin û ewlehiya xwe çi biryarê bigire, em ê piştgiriyê bidinê.”