Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31 2020-06-18 21:02:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê hezar û 304 kesên din jî bi şewbê ketine û 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 304 kesên din jî bi şewbê ketine û 21 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 184 hezar û 031 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 882.