AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş 2020-06-19 08:35:54 ENQERE – Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi sedema ku mafê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş hatiye binpêkirin, biryar da ku 50 hezar tl TL tazmînat bidin wî.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), li ser serlêdana parêzeran a bi sedema ku mafê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş hatiye binpêkirin, biryar da. AYM'ê, bi sedema ku Demîrtaş demek dirêj e girtî ye, wextê girtina wî ne maqûl e, îtîrazên li dijî girtina wî bê biryar dimînin,  lêkolînên li ser girtina wî nayên kirin û ewlehî û hurriyeta wî hatiye binpêkirin biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bide Demîrtaş.    Parêzerên demîrtaş di 24'ê mijdara 2017, 29'ê Gulana 2018, 27'ê mijdara 2018 û 11'ê Kanûna 2018'an de îtîraz kiribûn û xwestibûn Demîrtaş bê berdan. AYM'ê serlêdanên parêzeran û encamên wan nirxand û biryar da ku mafê Demîrtaş hatiye îhlalkirin. AYM, xwest wezaret 50 hezar TL tazmînat bide Demîrtaş û mînaka vê biryarê ji 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û Wezareta Dadê re bişîne.