Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor 2020-06-19 09:07:21 ÊLIH - Endamê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Mehmet Zekî Tanguner, diyar kir ku dê binpêkirinên ku di çalakiya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" ya HDP'ê de pêş ketin bike rapor.  Endamê Lijneya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Zekî Tanguner, diyar kir ku dê têkildarî binpêkirina mafan a di çalakiya "Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê" ku HDP'ê daye destpêkirin dê raporê amade bike.  Tanguner, anî ziman ku HDP'ê li dijî binpêkirina mafan ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve meşa demokrasiyê daye destpêkirin û wiha got: "Meş ji aliyê endam û rêveberên me ve tên şopadin. Li kijan bajarî di meşê de binpêkirinên mafan pêk tên, hevalên me yên rêveber dikin rapor. Ji bo em meşa HDP'ê bişopînin me serî li walîtiyan da, lê destûr nedan me. Di meşa HDP'ê de li gelek bajaran mafên mirovan hat binpêkirin. Dema heyet hat Êlihê li navçeya Kozlukê, welatiyên xwestin biçin heyetê pêşwazî bikin rastî astengiya Walîtiyê hatin. Di serî de Walîtiya Êlihê gelek waliyên bajarên ku li ser rêya meşa HDP'ê bûn ketin û dertetina bajaran qedexe kirin. Ev bi serê xwe binpêkirina mafê seyasetê ye. Ev bi xwe binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Binpêkirina mafê xebatên partiyên siyasî ye. Di Dadgeha Destûra Bingehîn de biryarên pir aşkere hene ku xebatên partiyên siyasî yên rêxistinbûnê nayên asteng kirin."    ROJNAMEGER Û RÊVEBERÊN ÎHD''Ê ASTENG KIRIN   Tanguner, anî ziman ku bi derfetên xwe xwestin biçin Navçeya Kozluk a Êlihê û li wir HDP'ê pêşwazî bikin û wiha got: "Li seranserî rê esker û polîs bi maşîneyên zirxî li ser rê rawestiya bûn. Polîs û eskeran rê xistibû bin dornpêçê. Rêyên ku diçûn gund û bajar hemû xistibûn kontrolê. Welatî û gundiyên ku ji bo karê xwe ketin rê hatin rawestandin û mafê wan ê civakî û tenduristî hat binpêkirin. Li Kozlukê endamê partiyê ku xwest çîçekê bidin heyetê, rastî lêgerîna GBT'ê hat. Em rêveberên ÎHD'ê jî hatin astengkirin. Dema me heyet şopand, maşîneyek polîsan bê navber em tacîz kirin. Bi hinceta kontrola nasnameyan û trafikê destûr nedan ku em çavdêriyê bikin. Li tu dera cîhanê xebatên parazvanên mafên mirovan nayê asteng kirin. Lê mafê me yê çavdêriyê ji destê me girtin. Wekî li Edîrneyê li Êlihê jî xebatên parazvanên mafên mirovan û rojnamegeran asteng kirin. Mafê ragihandinê û mavê çavdêriyê îhlal kirin."      Tanguner, da da zanîn ku ew dê hemû geşedanên ku di meşê de pêş ketin û binpêkirinên mafan tevan kom bikin û bikin rapor. Tanguner, da zanînku piştî bikin rapor dê li navendê bi raya giştî re parve bikin.