57 sal in çandiniyê dike 2020-06-19 09:07:30 WAN - Li navçeya Rêya Armûşê Muhsîn Namaz, 57 sal in çandiniyê dike. Namaz, zebzê xwe nade tomerîfiroşan, bi xwe digihîne mezêxeran. Her wiha kesên rewşa wan nebaş be jî belaş dide wan.  Li Taxa Halîlaga ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Muhsîn Namaz ê 65 salî, 57 sal in bênavber çandiniyê dike. Namaz, bacanên sor, bacanên reş, îsot, pîvaz, tirp, pirpar, hêliz, gijnîj hwd. diçîne. Namaz, berên xwe nade tomerîfiroşan û bêyî navbeynkaran digihîne ber destê mezêxeran. Her wiha kesên rewşa wan nebaş bin jî belaş dide wan.    Namaz, ji dêvla gubrê sunî erdê xwe bi qalikê hêkan, gubrê kurmikan zexim dike. Namaz, got: "Em gubrê direşînin piranî jê ji Amed, Êlih û Mêrdînê tînin. Gava em tevrikê dikin em vî gubrî jî li nav axê belav dikin. Dû re em xetan çêdikin. Em li vira bacanên sor, bacanên reş, hêliz, pirpar, zeytirûn hwd. datînin. Niha em xiyar û zeytirûnê berhev dikin."    Namaz, got: "Ma ji zebze û fêkiyên organîk xweştir çi heye? Em derman mermanan bi kar naynin. Em zebze û fêkiyên organîk ên vir çêdibin difiroşin gel. Em nadin tomerîfiroşan. Karê me eynî weke mezinkirina zarokan e. Em çawa datînin wisa jî berhev dikin. Zehmetiya wê heye, lê tahma wê pirtir e."   Namaz, diyar kir ku 57 sal in çandiniyê dike û got: "Gava zarok bûm li ber destê bavê xwe bûm. Biroj karmend bûm, êvarî cotkar. Çawa ji kar dihatim diçûm nav bostan. Heger keys çêbibe dixwazim çandiniya organîk berbelavtir bikim."