Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir 2020-06-19 09:07:32 ŞIRNEX - Hasan Bîrlîk ji ber ku di merasîma cenazeyê kurê xwe Haci Lokman Bîrlîk de wêneyê kurê xwe hilgirtibû doz lê hatibû kirin. Dû re dadgehê dosye beraat kiribû, lê belê vê carê dadgeha îstinafê biryara beraatê ya der barê Hasan Bîrlîk û 9 kesên din de xera kir.   Di 3'yê Cotmeha 2015'an de li Taxa Dîcle ya Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk (24) birîndar bibû û polîsan bi halê wî yê birîndar bi paş wesayîta zirxî ve girêdabûn û Bîrlîk kuştibûn. Îjar ji ber ku bavê wî Hasan Bîrlîk û 9 kesên din di merasîma cenazeyê wî de wêneyên wî hilgirtibûn bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz li wan hatibû kirin. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê jî bi hinceta "tişta hatiye kirin ne sûc e" dosye beraat kiribû.    Piştî vê dozgerê dosyeyê li Dadgeha Îstinafê ya Amedê îtiraz kiribû. Piştî vê Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Îstinafê ya Amedê biryar xera kir. Daîreyê di biryara xwe de derpêş kir ku Bîrlîk "endamê rêxistinê" bûye û dirûşmeya "şehîd namirin" û flamayên kes û sor û zer ên di merasîma cenaze de ne di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de ye.    Piştî vê biryarê wê Bîrlîk û 9 kesên din cardin bên darizandin.