Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd 2020-06-19 11:05:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Pîremêrd wekî helbestkareki kurd ê navdar tê nasîn. Di navbera salên 1908-18’an de di gelek kovar û rojnameyên kurdî yên li Stenbolê hatin çapkirin de cih girtiye û berpirsiyarî hilgirtiye. Bi avakirina komarê re Pîremêrd Tirkiyeyê terk dike û vedigere Silêmaniyê. Heta 19'ê Hezîrana 1950’î ku çû ser dilovaniya xwe piştgiriyek bê hempa da çapemeniya kurd. Îro salvegera nivîskar, helbestkar û rojnamegerê Kurd Pîremêrd e. Pîremêrg 70 sal berê di 19'ê Hezîrana 1950'î de ji nava xebatên çapemeniya Kurd koç ki. Pîremêrd bi berhem û xebatên xwe piştgiriyek mezin da çapemeniya Kurd. Piştî Berzencî Îngîlîzan dest danî ser çapxaneyê û dewrî şaredariyê kirin, li çapxaneyên din hin faliyetên weşan, çapê yên bi sînor hatin kirin. Xebata herî girîng ya vê çapxaneyê kovara Jiyan Newe li wir dihat çapkirin. Ev çapxaneya ku li Iraqê di warê pêşketina çapemeniya kurd de xwedî cihekî girîng e di sala 1934’an de dest diguherîne. Kesê ku çapxaneyê kire dike Pîremêrd an jî bi navê Tewfîqê Silêmaniyê ye.    Pîremêrd di sala 1934’an de piştî ku çapxaneyê kirê dike kovara jiyan ku weke berdewama Jiyan Newe çap dike. Di kovarê de nivîsên der barê edebiyat, ziman, maf û cîhana polîtîk a kurd de tê nivîsandin. Pîremêrd ku bi nasnameya rojnameger, helbestkar û aktîvîstê polîtîk tê nasîn kovara Jiyan berhema wî ya herî girîng e û di heman demê de di dîroka çapemeniya kurd de xwedî cihekî girîng e. Pîremêrd ji çapê bigire heta belavkirinê, ji kaxizê bigire heta fînansê bi kovara Jiyan eleqeder bûye. Di bin şertên zext û zoriyan de heta sala 1937’an ku çapxane ji deste Pîremêrd derxistin bi tevahî 553 hêjmarên kovara jiyan hatine çapkirin.  Ev hêjmar ji hemû weşanên ku beriya wê hatine çapkirin zêdetir e. Bi awayekî perîyodîk û îstîkrarî weşana xwe domand. Pîremêrd di sala 1934’an de piştî ku çapxaneyê kirê dike kovara jiyan ku weke berdewama Jiyan Newe çap dike   1161 HÊJMARÊN KOVARA JÎN ÇAP KIRIN    Pîremêrd di sala 1937’an de vê carê çapxaneyek stend û kovara Jîn ku weke berdewama Jiyan tê hesibandin çap kir. Kovara ji aliyê naverokê jî heman taybetiyên Kovara Jiyan dihewîne. Di navbera sala 1937’an û 1944’an de salê kêm zêde 39 hêjmar dihatin çapkirin. Kovara Jîn di sala 1950’î de dema Pîremêrd çû ser dilovaniya xwe di dîroka çapemeniya kurd de cihekî girîng girtibû û bi navê serkeftinê bû. Li gel her cureyên dijwar heta destpêka sala 1960’î  Hezar û Sed û Şêst û Yek (1161) hêjmar hatin çapkirin. Ev hêjmar, hêjmarek wisa bû kû ji rojnameya ewil a kurdî bigire heta destpêka salên 1990’î li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê tu kovar û rojnameyên kurdî negihiştibûn serketinê.  Pîremêrd dema çû ser dilovaniya xwe tê gotin ku wesiyet kiriye ku çapxaneyekê ava bikin, ev yek girîngiya ku Pîremêrd dida weşangeriya kurdî nişan dide. Pîremêrd ku di bin şert û mercên dijwar de xebatên çapemeniyê meşand li gel nasnameya rojnamegeriyê di heman deme de piştgiriyek mezin da perwerde, ziman, helbest û edebiyata kurdî ya modarn.      Li Iraqê di peşketina çapemeniya kurd de rola Pîremêrd gelek e. Hewldanên şexsî û dîrokî yên pîremêrd û birayên mukriyanî dikir, em dikarin li hin îstatîstîkên pêşketina çapemeniya kurd a li Iraqê binerin. Di sala 1918-32’an de 12 kovar û rojname, 1932-58’an de ku monarşi serwer bû, 23 kovar-rojname, di 1958-61’ê de 24 rojname-kovar, di sala 1961-69’an de 23 rojname-kovar, di sala 1970-74’an de 36 rojname-kovar, di sala 1974-85’an de 9 rojname-kovar hatin çapkirin. Hema bêje di tevahiya van weşanan de naveroka çandî û polîtik serwer e. Ev weşanên ku bi mijarên cüda cüda yên polîtik derketin, bi piraniya wan bi binyada polîtik girêdayî ne. Ji aliye rêxistinên polîtîk ve hatine rêxistinkirin. Li Iraqê jî derfet û geşedanên siyasî bandoreke girîng li ser çapemeniya kurdî kiriye. Di salên bi awantaj ên netewetiya kurd de di çapameniya kurd de zêdebûna hêjmara weşanan tê dîtin. Salên ku çewisandin, zext û zordarî zêde bûne û lihevkirinên polîtîk tune ne, têkiliyên netewetiya kurd bi îngîlîzan re nebaş in, wê demê hêjmarek kêm weşan derketine. Di sala 193..-58’an de dewleta Iraqê ku xwe dispêre monarjiyê hate damezirandin, di van salan de mafên kurdan ên ziman ên perwerdehiyê ve ji aliyê netewetiyê ve hatibû mîsogerkirin. Lê ew maf ji aliye dewleta Iraqê ve hat astengkirin û beramberî vê yekê tevgera kurd jî bi posizyona serhildanê de bû. Girêdayî vê projektöre derfetên çapemeniya kurd kêm bûn. Weşanên ku bi neteweyî derdiketin li pêş bûn. Di sala 1958’an de bi rûxandina monarşiye û piştre bi rejîma komalgeriyê re ku mafên kurdan di destûra bingehîn de cih bigire hate dayîn. Ev gotinên ku di arenaya polîtîk de dihat niqaşkirin, heta sala 1961’ê jî ji bo kurdan salên bi avantaj bûn û di çapemeniya kurd de geşbûnek tê dîtin. Lê piştî ku hat fêmkirin ku gotinên ku tenê gotin vala ye û bi cih nayê dîsa kurdan serî hildan. Di sala 1961-69’an de di çapemeniya kurd de hêjmara weşanan kêm dibe. Di sala 1970-74’an de di navbera tevgera kurd û hikûmeta navendî de li hevkirinek çêbû û agirbest hat îlankirin. Disa çapemeniya kurd geş dibe. Derfet û teknîkên çapê gelek bikar hatine. Lê desavantajıya polîtîk ku di sala 1974’an de dest pê dike û heta sala 1991’ê didome. Di vê pêvajoya ku qirkirina kurdan di salên 1987-88’an de ku 182 hezar kurd di operasyonên enfalê de hatin kuştin jî di navde ji bo çapemeniya kurd jî salên dezavantaj in.      Li Iraqê ceribandin û tecrubeya rojnameya rojane jî ji sala 1959’an de dest pê dike. Lê ji aliye profesyoneliyê xebatên rojnamegeriyê di sala 1980’ê tê dîtin. Bê guman kesên weke Pîremêrd û Husen Mukriyanî ku emre xwe dan çapemeniya kurd li bêderfetiyên wê deme xebatên hêja derxistin holê. Pêkan e ku weki rojnamegerên profesyonel ên ewil bên hesibandin. Pîremêrd û Husên Mukriyanî jî di navde hemû kesên ked dane çapemeniya kurd di heman demê de aktîvîstek an ji edebiyatzan, zimanzan, perwerdekarek bû.