Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê 2020-06-19 11:52:33 AMED – Parlamenter û rêveberên HDP’ê bernameya xwe ya “Meşa Demokrasiyê” ku ji Colemêrgê hatin Amdê temam kirin û ber bi Edeneyê ve derketin rê.    HDP meşa xwe ya “Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê” ku ji baskê Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve dabû destpêkirin didome. Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên baskê meşa Colemêrgê li Amedê bernameya xwe bi dawî kirin. HDP’yî li derketina Amedê li petrolekê kom bûn û li vir bi coş ber bi Edeneyê ve derketin rê.    POLÎSAN XWEST GIRTINA WÊNE ASTENG BIKIN    HDP’iyan xwest li vir wênek komî bigirin lê polîs bûn asteng. Li ser vê yekê din ava HDP’yî û polîsan de gengeşe derket. Polîsan HDP’iyan dorpêç kir û nehiştin rojnameger wêne û dîmenan bikişînin. HDP’iyan jî bi çepikan helwesta polîsan protesto kir.    DERKETIN RÊ    Tevî astengiya polîsan jî HDP’iyan wêneyê komî girtin û rêveberên HDP’a Amedê bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” û lêdana çepikan meşvanan oxir kirin. HDP’yî ber bi Edeneyê ve derketin rê. Tê payîn meşa HDP’ê sibê li Enqereyê bi dawî bibe.