Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin 2020-06-19 12:18:40 STENBOL - Konvoya Xemrî ya Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser rê rawestiya û ji bo siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê nepoxên xemrî firandin. Konvoya Xemrî ya Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di çarçoveya “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” li Sûltangazî hat li dar xistin, li ser Pira Fatîh Sultan Mehmet rawestiya. Siyasetmedarên jin ên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlû û Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de, li vê derê nepoxên xemrî ji bo girtiyên siyasî yên jin firandin.   Pervîn Bûldan piştî firandina nepoxan, wiha got: “Me ji bo azadiya hevalên xwe yên jin ên di Girtîgeha Kandirayê dene, nepox firandin.” Jinan dûre bi yek dengî dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin û rêya xwe dewam kirin.