'Parastin dimeşe' 2020-06-19 12:53:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa parêzer û hiqûqnasan a ji bo mafê xwe biparêzin ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Rêveberên Baroyan beriya derkevin rê daxuyanî dan û gotin: "Ji bo darazek serbixwe û bi hêz em dimeşin. Divê dest ji pêşnûmeya pergala hilbijartina baroyan berdin." Parêzerên ku ber bi Enqereyê ve derketin rê berdilkên "Parastin dimeşe" li xwe kirin.  Baroyên Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Îzmir, Aydin û gelek bajarên din, bi boneya mafê xwe biparêzin li bajarên xwe daxuyanî dan û ketin rêya Enqereyê. Baroyên bajaran li dijî pêşnûmaya pergala hilbijartina baroyan, bi karwanan ketin rêya Enqereyê.    WAN   Baroya Wanê, beriya ku li dijî pêşnûmeya pergala hilbijartina baroyan biçin Enqereyê, li pêş Edliyeya Wanê li hev kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên ku li pêş edliyê kom bûn tîşort û berdilkên "Parastin dimeşe" li xwe kirin û daxuyanî dan. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, anî ziman ku îro guhertinên der barê baro û odeyan detên kirin, bêyî nerîn, fikr, rexne û pêşnîyaran wan bigirin van guhertinan dikin û wiha got: "Divê nerîna baro, akademîsyen û odeyên pîşeyî bigirin û li gorî wê gavan bavêjin. Hêj endamê ÇHD'ê Ebru Timtik û Aytaç Unsal ji bo darizandinek bi edalet di çalakiyê de ne û li ber xwe didin. Dîsa hempîşeyên me Prz. Bekir Kaya, Prz. Selçuk Kozagaçli, Prz. Sevda Çelîk Ozbingol hêj girtî ne. Em dixwazin kujerên Prz. Tahir Elçi bên darizandin. Em wekî Baroya Wanê ji bo heq, hiqûq û edaletê dê bimeşin. Em ê ji bo darazek tam serbixwe û bi hêz bimeşin Enqereyê. "   Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Wanê Uçar û 4 parêzer ber bi Amedê ve derketin rê.    MÊRDÎN    Baroya Mêrdînê jî bi heman armancê beriya meşê li pêş avahiya Baroyê kom bûn û daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Mardinê Îsmail Elik û gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Elik, anî ziman ku îqtîdar dixwaze li gorî xwe baroyan terbiye bike û ew dê destûr nedin vê yekê. Heyetê piştî daxuyaniyê berê xwe da Amedê û dê ji wir biçe Enqereyê.    EDENE, MÊRSÎN HATAY, ANTALYA   Baroyên Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalya jî bi heman armancê daxuyanî dan û dest bi meşê kirin. Baroyan bi dirûşmeya “Parastin dimeşe" li pêş avahiyên xwe daxuyanî dan û meşiyan.    AYDIN-ÎZMÎR    Baroyên Aydin û Îzmirê jî bi heman armancê daxuyanî dan û dest bi meşê kirin. Baroya Îzmirê li pêş Edliyeya Bayrakli ya Deriyê C kom bûn û daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel, anî ziman ku ew amade ne ji bo mafê parastinê têbikoşin û wiha got: "Em tu carî vê projeya teslîmiyetê qebûl nakin. Em dê her tim bi biryar gavan bavêjin.  Em dê biçin bêjin Qral tazî ye."    Baroya Aydinê jî bi heman armancê li pêş Edliyeya Aydinê kom bûn û daxuyanî dan. Serokê Baroya Aydinê Gokhan Bozkurt jî anî ziman ku ew bi biryarin têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Îzmir û Aydinê piştî daxuyaniyan heyetên parêzer û hiqûqnasan ber bi Enqereyê ve derketin rê.