Ji malbatekê 3 kes binçav kirin 2020-06-19 13:42:08 ÇEWLIG – Li navçeya Kanîreşa Çewligê bav û kurê xwe hatin binçavkirin. Ji heman malbatê kesek jî li Stenbolê hat binçavkirin. Li gundê Çewliga Şema ya Kanîreşa Çewligê eskeran bi ser mala Abdurrahîm Aksoy de girtin. Eskeran lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Abdurrahîm Aksoy ê 70 salî û kurê wî Yuksel Aksoy binçav kirin. Di çarçoveya heman operasyonê de birayê Abdurrahîm Aksoy, Bayram Aksoy jî li Stenbolê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û dê wî anîn Çewligê. Derbarê ferdê malbatê Selîm Aksoy de jî birayra girtnê derxistin.    Nehat zanîn ji ber kîjan sedemê hatine binçavkirin û her sê welatî birin Miduriyeta Polîsan a Çewligê.