Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng 2020-06-19 14:20:33   STENBOL - Malbata Yakup Akman ê bi hinceta agir berdaye Daristana Aydosê ya Pendîkê, hat girtin û rastî cezayê muebetê hat, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatê diyar kirin ku ger Yakup Akman ne Kurd bûya dê wekî leheng îlan kiribûna. Malbatê xwest Yakûp serbest bê berdan.   Malbata Yakûp Akman ê bi hinceta daristan şewitandiye hat girtin û rastî cezayê muebeta giran hatiye, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Yakup Akman bi hinceta di 19'ê Îlona 2019'an de agir berdaye Daristana Aydosê hatibû binçavkirin û pişter hatibû girtin. 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Akman de 25 sal cezayê hepsê û 20 hezar tl cezayê pereyan birî bû. Malbatê li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî da.    Ewil Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û anî ziman ku li Tirkiyeyê darizandina edlî bi pirsgirêk e û wiha got: "Der barê şahidên nepen de zêde lêkolîn nayê kirin. Delîlên ku sûc hatiye kirin ya na baş nayê lêkolînkirin. Em di gelek dosyayan de bûn şahid ku baş lêkolîn nayê kirin û neheq ceza didin."      Xwişka Yakûp Akman Mizgîn Akman jî qala pêvajoya darizandina birayê xwe kir û got: "Birayê min hêj 10 salî bû laşê wî şewitî bû. Ji ber vê yekê ji agir ditirse. Demek dirêj hat dermankirin. Niha li girtîgehê jî tedawiya derûnî dibîne. Daristana Aydosê nêzî mala me ye. Birayê min gelek caran diçû nava daristanê. Birayê min çû cem polîsan û agahî da polîsan. Lê ji ber birayê min Mêrdînî ye û Kurd e hat binçavkirin û girtin. Ger ku birayê min ne Kurd bûya dê leheng îlan kiribûna. Birayê min neheq hat darizandin û girtin. Em dixwazin birayê min bê berdan."