‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’ 2020-06-19 14:26:33   MÊRDÎN – Hat zanîn ku her sê endamên Meclîsa Şaredariya Midyadê yên HDP’yî ku derbasî AKP’ê bûn ji ber lêpirsîn derbarê wan de hatiye destpêkirin îstîfa kirine. Berdevkê HDP’ê yê Meclîsê Alî Baglam got ew ji bo rant û pere ji HDP’ê veqetiyane.    Endamên Meclîsa Şaredariya navçeya Midyada Mêrdînê Havva Balci Akgul, Bedî Algaç û Adnan Agirman bi hêceta “tişta me dixwest me li HDP’ê nedît” ji HDP’ê îstîfa kirin û derbasî AKP’ê bûn. Veqetîna van her sê kesan bû mijara bertekan. AKP bi merasîmekê tevlî xwe kir û rozeta xwe bi wan ve danî. Havva Balci Akgul di hilbijartina xwecihî de li ser navê xelkê Mihelmî wek namzeta Hevşaredariyê hatibû diyarkirin. Her du kesên din jî li ser navê xelkê ereb bûbûn endamên meclîsê.    PIŞTÎ LÊPIRSÎNA HDP’Ê ÎSTÎFA KIRINE    Bedî Algaç ê ji HDP’ê îstîfa kir piştî qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine kirin ji partiya xwe îstîfa kiriye. HDP’ê beriya îstîfaya wî derbarê wî de bi hêceta “ne li gorî rêgezên partiyê tevger dike” lêpirsîn derbarê wî de dabû destpêkirin. HDP’ê derbarê Akgul û Agirman de jî lêpirsîna “ne li gorî rêziknameya partiyê tevdigerin” dabû destpêkirin. Van her du kesan piştî lêpirsînê îstîfa kiribûn.    SOZ DABÛ LÊ…    Havva Balci Akgul a ji HDP’ê îstîfa kir beriya hilbijartina xwecihî ji ajansa me Mezopotamya re axivîbû û soza dê bajar li gorî dilê xelkê birêve bibe û wê xelk navçeya wan birêve bibe dabû. Akgul her wiha gotibû ew ê li gorî daxwaza îradeya gel Midyadê birêve bibin û ew bi HDP’ê re siyasetê nas kiriye.    HDP: TIŞTA DIXWESTIN PERE BÛ    Berdevkê Meclîsa Şaredariya Midyadê yê HDP’ê Alî Baglam têkildarî mijarê ji ajansa me re ragihand ku van her sê kesan ji bo rant û pereyan ji HDP’ê veqetiyane û tevlî AKP’ê bûne. Baglam diyar kir ku ew çûne cihê tişta lê digeriyan û xwestine û ew wan bi şerma wan re dihêlin.