Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin 2020-06-19 14:33:31 WAN - Saîm Yilmaz ê di bûyera li gundê Qaşqol a Elbakê ya Erhan Gorur ê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin de bi giranî birîndar bibû, têkildarî bûyerê axivî û wiha got: “Li ber çavên min Erhan kuştin û gefa ‘tu terorîstî ezê te bikujîn’ li min xwarin.”    Leşkeran di 14’ê hezîranê de li ser sînorê gundê Qaşqol a navçeya Elbakê ya Wanê, gule li Erhan Gorur ê 20 salî reşanibûn û kuştibûn. Ciwanê 25 salî Saîm Yilmaz ê di bûyerê de bi giranî birîndar bibû, roja bûyerê û tiştên bi serê wî hatin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.    'LI BER ÇAVÊN MIN ERHAN KUŞTIN’   Bavê 4 zarokan Yilmaz ê 5 rojan di beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê yar Herêma Wanê de ma, di saetên şevê yên duh de ji beşa lezgîn hat derxistin. Yilmaz ê heya niha îfadeya wî nehatiye girtin, diyar kir ku leşkeran li ber çavên wî Erhan kuştin. Yilmaz, anî ziman ku piştî tên girtin gule li wan tê reşandin û wiha qala wan kêliyan kir: “Dema ez birîndar bûm, leşkeran gafa kuştin li min xwarin. Ez baş nizanim saet çend bû. Leşkeran bi ser me de girtin. Çawan ku em cixareyên di destên xwe de danîn erdê, gule li me reşandin. Bi qontaxên çekên xwe li me xistin. Ligel ku em rawestiyan jî, dîsa gule berdan me. Leşkerê ku ez birîndar kirim, dûre ez bi erdê re dirêj kirim û pêl milê min kir. Gava ku min pirsa ‘tu çi dikî’ jê kir, wî jî gefa ‘tu terorîstî ezê te bi kuşim’ li min xwar. Di dema bûyerê de ger ez li muxtar negeriyabûma, wê demê ezê bikuştama. Ji xwe li ber çavên min hevalê min kuştin.”    'PIŞTÎ EZ BIRÎNDAR BÛM ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’   Yilmaz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dema me leşker dîtin em ne reviyan. Di navbera me û leşkeran de 10 metre hebûn. Piştî ez birîndar bûm, leşkeran îşkence li min kirin. Gava min destên rakirin, ez girtim li erdê xistim û dûre bi erdê ve kaş kirim. Ji ber ku min li mûxtar geriya, heqaret li min kirin. Piştî gule li Erhan reşandin ket erdê. Dûre min wî nedît. Tenê dengê wî û denge çekê hat min. Cuda min tiştek din nedît. Êdî ez bi halê xwe ketim. Leşkeran pêl milê min ê birîndar dikirin û heqaret li min kirin. Di wê kêliyê de leşkerekê ji hevalê xwe re got; ‘Ezê îşev rehet razim. Ji ber ku min 2 terorîst kuştin. Gelo ev çi edalete. Di kîjan pirtûkê de hatiye nivîsandin?”    'DESTÊ MIN NAGIRE’   Yilmaz dest nîşan kir ku ji milê xwe yê rastê seqet bûye û wiha bilêv kir: “Gule berdan min. Bi qontaxa çeke û lingên xwe li min xistin. Demarên min zirar dîtin. Heçko demarên milê min teqandine. Niha deste min nagire.”    JI BO 4 KOLÎ CIXARE WISAN LI ME KIRIN!   Yilmaz, da xuyakirin ku ji bo ku paketên cixare yên li ser sînor danîbûn, çûn wê herêmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber erdhejê em gelek mexdûr bûn. Me yê biçûya 4 kolî cixare bianiya û derbara xwe pê bikira. Em çend caran çûn Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî û me alîkarî xwest. Ji me re gotin ewê werin rewşa me lêkolîn bikin, lê nehatin. Ez jî mecbûr mam ku biçim cixareyan bînim.”   MA / Cemîl Ugur