Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin 2020-06-19 15:31:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Jetên şer ên F-16 yên TSK'ê gundê Sida yê Şeladizê bombe kir. Di êrîşê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan.    Balafirên şer ên TSK'ê yên ku bê navber ji Amedê radibin îro dîsa sînor derbas kirin û saet di 11.00'an de Gundê Rêkan a Şeladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê wesayîtên welatiyan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de ji eşîra Rekanî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 3 welatî li cihê bûyerê û 2 welatî jî li Nexweşxaneya Şeladizê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 2 maşîne jî bûn hedefa bombeyan. Navê welatiyên jiyana xwe ji dest dane ên hat fêrbûn Newzat Mustafa, İslam û Demokrat Omer e. 2 kesên din navê wan nehat fêrbûn.