‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin' 2020-06-20 09:09:55 ÇEWLÎG - Parlementerê HDP'ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, diyar kir ku herêm li orta xeta fayê ye û got, divê li herêmê avahiyên qayîm bên çêkirin.  Di 14'ê Hezîranê de li Kanîreş a Çewlîgê erdehejeke pileya wê 5.7 çêbibû û kesekî jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bibûn. Her wiha 22 avahî xera bibûn û zêdetirî 214 avahî jî zirar dîtibûn. Parlementerê HDP'ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, anî ziman ku li gundan pêdiviya gundiyan bi alîkariê heye.    'MIROV DIQILQILIN'   Aydemîr, da zanîn ku bi taybetî li gundê Kaynarpinar ê Kanîreşê û gundê Dînarbey û Elmalê yên Yedîsûyê avahî pir zirar dîtine. Aydemîr, diyar kir ku çûne gundan û got, pêdiviya gundiyan bi konan heye. Aydemîr, bilêv kir ku mirov hê jî diqilqilin û got: "Zarokeke bi navê Evrîm a 15 salî ji bin kavilan hatibû derxistin. Lingê wê yê çepê eciqîbû. Hê jî ew tirsa li ser wê dewam dike. Li van deran dinya serê meha Îlonê dicemide, berf dest pê dike. Loma divê pêdiviyên mexdûran bên peydakirin. Xaniyên xura bûne û zirar dîtine bên çêkirin."    Aydemîr, anî ziman ku herêm li orta Xeta Fayê ya Anatolyaya Rojhilat û Anatolyaya Bakur e û got: "Dibe ku ji nişkava erdhejine din jî çêbibin. Loma divê avahiyên qayîm û li gor rêziknameya erdhejê bên çêkirin. Bi şev mirov di konan de dimînin. Kes naçe malên xwe. Demildest divê enqaz bên paqijkirin û komîsyonên tespîtkirina xesarê bên amadekirin. Her wiha xwegihandina hin mezrikan zehmet e. Du mezrikên gundê Dînarê li wî aliyê çemê Periyê ne, kesî xwe negihandiye wir. Demildest divê pirek bê çêkirin. Kon û alîkariyên hatine şandin li qeraxa rê hatine danîn. Gundî bi heywanên xwe an jî li ser pişta xwe dikin dibin. Loma demildest divê pêdiviyên welatiyan bên peydakirin."    MA / Ayşe Surme