200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne 2020-06-20 09:10:24 ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî "pêvajoya asayîbûnê" hejmara pêketiyan gelekî zêde bûye. Heya niha herî kêm 200 avahî hatine karantînakirin.  Piştî pêvajoya "asayîbûnê" li navçeya Cizîr a Şirnexê jî hejmara kesên bi şewba Covîd-19'ê ketine pir zêde bûne. Heya niha li bajêr 8 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane û li 10 taxan herî kêm 200 avahî hatine karantînakirin. Ev yek bandor li esnafên bajêr jî kir. Piraniya esnafan kargehên xe girtine û bang li gel kirin ku xwe biparêzin.    HERÎ KÊM 200 AVAHÎ HATINE KARANTÎNAKIRIN    Li bajêr li 10 taxan herî kêm 200 avahî hatine karantînakirin. Li gor agahiyên ku keyayên taxan dane me li Taxa Alî Bey 8 avahî, li Taxa Kaleyê 4 avahî, li Taxa Konakê 12 avahî, li Taxa Cûdiyê 43 avahî, li Taxa Dagkapiyê 30 avahî, li Taxa SÛrê 23 avahî, li Taxa Nûrê 20 avahî, li Taxa Yafesê 12 avahî, li Taxa Şahê 6 avahî û li Taxa Dîcleyê jî 38 avahî hatine karantînakirin. Her wiha li hin gundan jî mirov bi şewbê ketine.    Ligel zêdebûna pêketiyan li bajêr, guhnedêriya rayedaran jî bal dikişîne. Şaredariya Cizîrê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, kar û barên dezenfektabûnê yên beriya pêvajoya asayîbûnê dikir niha hema bêje qet nake. Xwediyên avahiyan anîn ziman ku ji xeynî nivîsa "Ev mal hatiye karantînakirin" bi tu awayî rayedar bi wan re eleqedar nabin.    ŞAREDARÎ: DEMA ME YA PEYMANÊ QEDIYA    Welatiyên ku 5 roj berê avahiyên wan hatine karantînakirin anîn ziman ku telefonî şaredariyê kirine, lê belê şaredariyê ji wan re gotiye: "Peymana me ya 3 mehan qediyaye. Em dezenfektanê nakin." Hat diyarkirin ku lê piştî roja pêncan şaredarî bi peymana nû re cardin dest bi dezenfektekirina avahiyan kiriye.