‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike' 2020-06-20 09:11:24 AYDIN- Li navçeya Efeler a Aydinê Mûhammet Gursoy Merve Kotan a 19 salî kuştibû û du caran cezayê muebetê lê hatibû birîn. Xwişka Kotanê Esra Kotan anî ziman ku bi cezayê hatiye birîn hinekî rihet bûne û got: "Lê belê ji bo Mervenine din nemirin wê têkoşîna me dewam bike."  Di 15'ê Tebaxa 2019'an de li navçeya Efeler a Aydinê Mûhammet Gursy (28), Merve Kotan a 19 salî û hevalê wê Ekîm Turkmen kuştibûn. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Aydinê jî bi sûcê "kuştina bi qesdî" du caran cezayê muebata giran li Gursoy birî. Xwişka Kotanê Esra Kotan xwest ev biryar ji bo cinayetên din jî bibe biryareke emsal.    Kotan, destnîşan kir ku di cinayetên jinan de dadgeh cezayên giran li sûcdaran nabirin û got, bi tehrîkirina neheq û kêmkirina cezayan kujeran teşwiq dikin. Kotan, anî ziman ku kujer hêzê ji pergala nêrza digirin û got, di cinayetên jinan de di bin navê "namûsê" de cezayê kujeran tê kêmkirin.    Kotan, got: "Di danişîna doza me de ji bo ev yek çênebe me pir li ber xwe da. Kujerên jinan, hege rzanibin wê qanûnên heyî bi awayekî baş û bi lez pêk bên, wê cinayet kêm bibin. Divê di cinayetên jinan hemûyan de biryarên emsalî bên dayîn. Ev biryar em kêfxweş kirin. Lê belê ji bo Mervenine din nemirin wê têkoşîna me dewam bike."