Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû 2020-06-20 12:13:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku agahiya bersûcê  sereke yê Gulîstan Doku ku ev 167 rojin agahî jê nayê girtin Zaînal Abarakov ji biryara Serdezgeriya Komarê ya Dersîmê ya ji bo lêkolînkirin telefona wî hebû. Lêpirsîna Dokû, ji aliyê Şaxa Asayîşê ya zirbavê bersûc Abarakov lê dixebite ve tê birêve birin.    Ji 5’ê Çileyê ve agahî ji xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Mûnzûrê Gulîsan Dokû ya 21 salî nayê girtin. Xebatên lêgerîna Dokû ji 9’ê Çileve dewam dikin. Derbarê bersûcê sereke yê Dokû Zaînal Abarakov de agahiyek balkêş derket holê.     Parêzerê malbatê Alî Çîmen piştî windabûna Dokû, ji bo ku telefona bersûcê sereke Abarakov bê lêkolîn kirin, serî li Dozgeriya Komarê ya Dersimê dide, lê ev daxwaza parêzer nayê qebûl kirin. Dûre dozger li ser bertekên raya giştî, neçar dimîne ku di 27’ê Sibatê de biryara bide ku telefona Abarakov bê lêkolînkirin.    Li gorî nûçeya di Cumhuriyetê de cih digire, lêkolîna Miduriyeta Têkoşîna Bi Sûcdarên Sîberê ya li ser telefon û qereta SIM’ê ya Abarakov bi dawî bû. Di rapora hatiye amedekirin de, hat îdîakirin ku hêmanên sûc ên bûye mijara lêpirsînê nehatine dîtin û ji ber nivîsên bi Rûsî yên di telefona Abarakov de bi “taybetî bûn” lê nehatiye mêzekirin.   AGAHIYA WÎ JI LÊKOLÎNKIRINA TELEFONA WÎ HEBÛ   Parêzerê malbata Dokû Alî Çîmen, diyar kir ku rapor bi skandalan tije û ev 4 mehin rapor ji bo wan nehatiye dayîn. Çîmen, îdîa kir ku ji berê de agahî ji bo Abarakov hatibû dayîn ku wê telefon û qerta wî ya SIM’ê bê lêkolînkirin.   Prz. Çîmen, dest nîşan kir ku dozger di 27’ê Sibatê de biryar da ku wê telefon û qerta SIM’ê ya bersûc Abarakov bê lêkolîn kirin û wiha got: “Di saya hin kesan de bersûc ji vê biryarê agahdar bûye.”   'DIZANÎN ÇI JI GULÎSTAN HATIYE’   Çîmen, da xuya kirin ku lêpirsîna Dokû, ji aliyê Şaxa Asayîşê ya zirbavê bersûc Abarakov lê dixebite ve tê birêve birin û wiha bilêv kir: “Ji ber vê Abarakov derbarê dosyayê de her tiştî dizane û xwe gihandiye agahiyên di dosyayê de. Dema ku Gulîstan winda bû, me xwest telefona Zaînal Abarakov bê lêkolîn kirin. Lê ev daxwaza me qebûl nekirin.  Abarakov di 27’ê Sibatê de telefona xwe dide dozger. Lê Abarakov di 26’ê Sibatê de li hevaleke xwe ya bi navê Meltem digere û jêre peyama ‘Wê telefona min ji min bigirin. Gava paşve dan min ezê ji tere binivîsim’ dinivîse. Gelo çawan dibe ku bersûc zanibe wê dozger telefona wî ji wî bigire? Bi dehan car me got bavê wî polise û wê lêpirsînê asteng bike. Di rewşa heyî de ev nêrîna me mafdar derdikeve. Skandalên di raporê de bi vê yekê re jî xelas nabin. Abarakov ji bo Gulîstan Doku ya di 5’ê Çile de winda bûyî tenê di 26’ê Sibatê de peyamê jê re dişîne. Din ava 52 rojên ku Dokû winda bûyî de, ne peyam dişîne û ne jî lê digere. Gelo çima di nava evqas roj de mirovek nayê mereqkirin? Ji ber Abarakov baş dizane ku çi li Gulîstan hatiye.”    JI BO ABAKAROV BÊ GIRTIN SERLÊDAN KIR   Çîmen, da zanîn ku tenê Abarakov dizane çi ji Gulîsan hatiye û wiha bilêv kir: “Di raporê de jî ev yek hatiye tespîtkirin. Ji ber vê ji bo ku Zaînal Abakarov bê girtin, me di rojên derbasbûyî de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê da.”