Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan 2020-06-20 13:02:28 ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 302’yemîn de de bal kişand ser rewşa Sûat Aygun ê girtî ku nikare bi tena serê xwe bimeşe û xwest were berdan.  Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 302’yemîn de çalakiya xwe dewam kir. Înîsiyatîfê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sûat Aygun ê nikare bi tena serê xwe bimeşe. Sûat Aygun li Girtîgeha Bedlîsê tê ragirtin.    Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û agahiyên derbarê Sûat Aygun de parve kir. Çevîrmen da zanîn ku Sûat Aygun di sala 2016’an de li Şaredariya Bedlîsê ji wezîfeya zabitayê hatiye îxrackirin û di tîrmeha 2017’an de jî bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin. Çevîrmen anî ziman rewşa Sûat Aygun di xeterê de ye û ji kezeba xwe nexweş e û dibe ku nexweşîna penceşêrê jî lê peyda bûbe. Çevîrmen got ji ber pandemiyê destûra malbatê nehatiye dayîn biçe serdana wî. Çevîrmen anî ziman ku li gel Aygun emeliyat bûye jî rewşa wî nebaşe û niha di qawîşa yek kesî ya karantînayê de tê ragirtin. Çevîrmen da zanîn ku Aygun nikare di hepsê de bimîne û xwest demildest were berdan.