Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin 2020-06-20 16:31:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajaroka Şeladizê ku dijî êrîşên TSK'ê yên hewayî daketine kolanan, bi dirûşmeya “Bijî berxwedan bimre Erdogan” peyama xwe didin. Xwepêşandan hewl didin biçin ber baregeha TSK'ê, lê pêşmergeyên PDK’ê nahêlin.    Piştî ku balafirên TSK'ê yên F-16 duh li Şeladizê 5 welatî tuştin, gelê bajarokê îro herikî kolanan. Girseyek qelebalix li nava bazara Şeladizê kom bû û dijî dagirkeriyê hêrsa xwe dîtine ziman. Xwêşandan bê navber diruşmeyên wekî, “nexêr bo hatina axayan, bo bêdengkirinê”, “Bijî berxwedan bimre Erdogan” berz dikin û hêrsa xwe nîşan didin. Xwepêşandêr hewl didin ku biçin ber baregeha Tirkiyeyê û hêrsa xwe nîşan dibe, lê hêzên Asayîşa PDK’ê ku li derdorê kom bûne, destur nadin. Di sala 2019’an de jî balafirên TSK'ê li Şeladizê 4 welatî kuştibûn. Li ser wan êrîşan gelê Şeladizê di 26’ê çileyê de rabibû serhildanê û  baregeha eskerên Tirkiyeyê şewitandibûn.