Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome 2020-06-20 17:15:54   RIHA – Meşa parêzerên 41 baroyan a "Meşa Parastinê" di roja 2'emîn de didome. Parezer, li dijî pêşnûmeya der barê mafê parêzer û hilbijartina baroyan de dimeşin Enqereyê. Serokên Baroyên Amed, Wan, Riha, Mêrdînê, li Rihayê kom bûn û ber bi Enqereyê ve ketin rê.    Parêzer û hiqûqnasên  41 baroyan, ji bo mafê parastinê neyê binpêkirin û pêşnûmaya der barê baroyan de li meclisê derbas nebe, dimeşin Enqereyê. Serok û rêveberên 41 baroyan 2 rojin bi dirûşmeya "Parastin dimeşe" dimeşin Enqereyê. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar û Serokê Baroya Mêrdînê Îsmail Elik, li Bajaroka Elîgor a Pirsûsa Rihayê gihiştin hev û meşa xwe berdewam kirin. Gelek parêzeran serokên baroyan li Elîgor pêşwazî kirin û piştgirî dan wan.    Gelê Bajaroka Elîgorê jî bi çepikan piştgirî dan serokên baroyan û heta 15 kilometreyan bi serokên baroyan re beşiyan. Piştre serokên baroyan li maşîneyên xwe suyar bûn û ber bi Enqereyê ve derketin rê.