Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin 2020-06-21 09:01:19 AMED - Muşeher Ulker a 54 salî ku ji ber xebatên komelgeriyê hat girtin, nexweşa giran e. Keça Ulker, Çîmen Ulker, diyar kir ku ji ber rewşa dayika xwe bi fikar e û xwezt dayika wê zû bê berdan.    Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafîî Hayme û Muşeher Ulker bi 7 kesan ve di 11 û 12’ê hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Muşeher Ulker jî bi qasî Şafîî Hayme demên zehmet û dijwar derbas kiriye û rojên nexweş li pey xwe hiştiye. Çawa ku Hayme gelek sal di hepsê de maye û bi dehan car hatiye binçavkirin jiyana Ulker jî tim di hepsan de derbas bûye.    Muşeher Ulker di sibata 1999’an de 2 mehan, di zivistana 2007’an de nêzî 4 mehan, di çileya 2012’an de jî 8 mehan di girtîgehêde maye. Ulker a 54 salî niha di Girtîgeha Jinan a Amedê de tê ragirtin û nexweşiyên wê hene.  Keça Ulker, Çîmen Ulker derbarê rewşa dayika xwe de axivî.   ‘DADGEHÊ RAPORAN LI BER ÇAV NEGIRT’    Ulker diyar kir ku di 17’ê hezîranê de çûye hevdîtina dayika xwe û wiha got: “Dayika min di 11’ê hezîranê de hat girtin heta 12’ê Hezîranê ji ber nexweşiyên wê du caran rakirine revîrê. Nexweşiyên dayika min yên hepatît û sîrozê hene. Bijîşkê revîrê jê re gotiye ‘keseke weke te nexweş lazim bû di hepsa malê de bimana.’ Me raporên dayika min pêşkeşî dadgehê jî kirin lê li ber çav negirtin û girtin.” Ulker, anî ziman ku pirsgirêkên dayika wê yên tenduristiyê cidî ne û got: “Eger parêzê (diyet) negire dibe ku bi nexweşiya penceşêra kezebê bikeve. Dayika min li malê ji ber nexweşiyên xwe li malê parêz digirt. Bijişk jî gotibû ‘heke baldar nebe dê bi nexweşîya penceşêrê bikeve.' Tenê tedawiya wê parêz e. Dayika min di girtîgehê de dê bikare çiqas parêza xwe bigire?"    JI REWŞA WÊ BI FIKAR IN    Ulker ji ber nexweşînên dayika wê xwest demildest bê berdan û raporên nexweşînên dayika wê li gel wan hene û gelek caran li Fakûlteya Dîcleyê hatiye dermankirin. Ulker anî ziman ku dayika wê ji bo bibe dengê girtiyan xebatên komelgeriyê birêve dibir û got: “Lê mixabin ev yek berovajî kirin û dayika min û hevalên wê girtin. Seyran kirine hiceta girtinê. Çûyîna seyranê kengî bûye sûc? Girtî di tercîdê de ne. Şertên girtîgehan ne guncav in. Ev dê tesîrek neyînî li ser dayika min bike.” Ulker da zanîn ku bi malbatî ji ber nexweşiyên dayika xwe bi fikar in û ji ber dayika wê nikare parêza xwe bike jiyana wê dikeve xeteriyê.    ‘BÊHNA WÊ DIÇIKE’    Ulker destnîşan kir ku nexweşîna bronşît jî bi dayika wê re heye û got: “Bêhna wê li hepsê diçike. Ew nikare nefesê bigire. Di gurçika wê de kîst heye. Di mejiyê wê de firehbûna damara derketiye holê. Sinûzît, tansiyon û şekirê çav heye. Her tim ew di bîra me de ye. Dema ez çûm hevdîtina wê jî li ser xwe nikaribe bisekiniya.” Ulker ji bo rewşa dayika wê xerabtir nebe bang li sazû û rêxistinên berpirsiyar kir ku bibin dengê dayika wê.    MA / Fahrettîn Kiliç - Fethi Balaman