YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê 2020-06-21 09:40:15 MÊRDÎN - Endamê Baskê Ciwanên AKP'ê Sefa Teker ê ku YOK'ê lîsans nedabû wî, Şaredariya Mêrdînê ku Qeyûm tayînî nê hatiye kirin ew di yekîneya hiqûqê ya şaredariyê de bi cih kir.    Piştî Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu, di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin, nelirêtî û bê hiqûqiya di şaredariyê de didome. Piştî Qeyûm û walî Mustafa Yaman bi fermana Serokomar kişandin navendê li şûna wî Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş tayînî Mêrdînê kirin. Mahmut Demirtaş niha hem walî hem qeyûmê Şaredariya Mêrdînê ye. Piştî Qeyûmê nû dîsa nelirêtî didomin. Qeyûmê berê Yaman, Zeynî Teker ê ku li Enqereyê Mufetîşê Wezareta Perwerdehiyê bû, ew anîbû Mêrdînê û kiribû Serokê Lijneya Teftîşa Şaredariyê û Cîgirê Sekreteriya Giştî ya Şaredariyê. Disa erka Wekîltiya Serokê Reveberiya Lijneya Şirketa iştirakî ya Şaredariyê debûn wî.  Vê carê Zeynî Teker kurê xwe Muhammed Sefa Teker ê ku YOK'ê dîploma û lîsans nedabû wî ew di yekîneya hiqûqê ya şaredariyê de bi cih kir. Muhammed Sefa Teker, li Zanîngeha Kosova Fakulteya Hiqûqê xelas kir. Lê YOK'ê lîsans nedabû wî. Sefa Teker ê YOK'ê lîsans nedabû wî derket holê ku li Yekîtiyea Muşaviriya Hiqûqê ya Şaredariya Mêrdinê bi cih kirine. Teker, di heman demê de encamê Baskê Ciwanan ê AKP'ê ye.    MA / Ahmet Kanbal