Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin 2020-06-21 10:41:15 RIHA - Serokên baroyên Amed, Riha, Wan û Mêrdînê yên bi dirûşmeya “Parastin dimeşe” ber bi Enqerê ve dimeşin, diyar kirin ku ew ji bo wekhevî, azadî, edalat, mafê mirovan û hiqûqa gerdûnî ya li welat bê avakirin, têdikoşin û ev meşa wan li dijî tarîtiyê ye.  Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ferman da ku qanûna pergala hilbijartina baroyan, binyat û parêzertiyê bê guhertin. Li bendêye ku pêşnûmeya qanûnê ya li ser fermana Erdogan hat amedekirin, di heftiya pêş de pêşkîşî meclîsê bê kirin.    Baroyên di 17’ê Hezîranê de daxuyaniyek hevpar dan, diyar kiribûn ku eger qanûna pêşnûmeya qanûnê paşve neyê kişandi, ew ê mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bînin. Serokê 41 baroyan li ser vê yekê di 19’ê Hezîranê de, ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin. Çalakiya meşê ya baroyan wê sibe li Enqerê bi dawî bibe.    Serokên baroyên Riha, Mêrdîn, Amed û Wanê yên roja 2’yemîn a meşê de, li Rihayê gihan hev, armanca çalakiya xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.    AYDIN: WELATEK WEKHEV Û AZAD    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, bal kişand ser meşa dest pê kirine û wiha axivî: “Meşa me ji bo edalet, serweriya hiqûq, azadî û wekheviyê ye. Ji bo ku welatek azad, ewlekariya serbixetiya darazê, azadiya parastin û parêzeran em ketin rê. Me bi rayedarên hikumetê re gelek hevdîtin kirin, lê tu encam derneket holê. Me jî li ser vê yekê biryar da ku em ber bi Enqerê ve bimeşin. Me bi serokên 40 baroyan re dest bi meşê kir. Emê roja Duşemê jî li Enqerê bin. Armanca me ewe ku guhertina qanûna parêzvanan paşve bikêşin. Dîsa ji bo hemû welatiyan banga me ya heq, hiqûq û edaletê heye. Ger îro parêzertî dibin zextan de be, gefên li dijî baroyan hebin, wê demê hemû welatî, dibin zext û gefan dene.”    ELÎK: DIXWAZIN TENÊ DENGEK DERBIKEVE   Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, diyar kir ku desthilatdariya siyasî hemû qad teng kirine û wiha got: “Hemû qadên civaka sîvîl, rêxistinên mafên mirovan û komeleyên jinan ên dengê xwe lê bilind bikin, teng kirine û xistine bin zextên mezin. Îro dixwazin madeya 76 û 95’emîn a qanûna baroyan û parêzeran bi guherîn in. Hewl didin li gorî xwe pergala baroyan dizayn bike. Yanî dixwazin tenê dengek derbikeve. Em jî vê yekê îtîraz dikin. Ji bo ku ev îtîraza me bê bi cih anîn, me biryar girt ku em ber bi Enqerê ve bi meşin.”   UÇAR: PÊŞEROJA WELAT BER BI TARÎTIYÊ VE DIÇE   Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî, têkildarî armanca meşa xwe axivî û wiha bilêv kir: “Erka baroyan ne tenê pirsgirêkên pîşeyîne. Di heman demê de divê em serweriya hiqûqê û mafê mirovan jî biparêzin. Em dibînin ku baroyên me li dijî binpêkirinên mafan xebatek bi hêz bi rêve dibin. Di rastiyê de ji vê aciz dibin. Armanca wan ne pirhejmariya baroyane. Ji bo ku baro nekarin di qada mafê mirovan de têkoşîna xwe bi rêve bibin dixwazin vê pêşnûmeyê derbixin. Em jî vê dibêjin; ger di dewletekê de saziyên serweriya hiqûqê û mafê mirovan bi parêzin tunebin, wê demê pêşeroja wî welatî jî ber bi taritiyê ve diçe. Em ne di nava tarîtiyê dene, em li dijî tarîtiyê ne. Ji ber vê em li dijî tarîtiyê dimeşin. Em hêvî dikin ku em hewldana me bi encam bibe. Pêdiviya vî welatî bi rojên ronahiyê heye. Bi hêvîme emê hemû bi hev re van rojan bibin in.”    ONCEL: DIVÊ GUHERTIN HEVPAR BE   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî, anî ziman ku divê guhertin hevpar be û wiha axivî: “Me bi serokên 80’î baroyan re li Enqerê di 1’ê Hezîranê de civînek li dar xist. Ji bo ku desthilatdarî vê pêvajoyê bide rawestandin me dest bi müzakereye kir. Li ser vî esasî em deklarasyona xwe bi raya giştî re weşand. Ger di qanûnê de wê guhertin bê çêkirin, wê demê divê bi awayekê hevpar ev guhertin bê çêkirin. Desthilatdarî ji bo ku baroyan bêbandor bike, dixwaze qanûnek wiha derbixe. Lê me li dijî vê yekê ne. Baroyên me ji bo ku mafê mirovan neyê binpêkirin, jin rastî tuneyê neyin, zarok neyin îstîsmarkirin û hiqûq bê bi cih anîn, dimeşin. Baro ji bo serweriya hiqûqa li Tirkiyeyê dimeşin. Ji xwe erka baroyan jî eve. Bila hemwelatiyên me baroyan bi tenê nehêlin.”    MA / Bariş Polat