Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe 2020-06-21 20:16:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrên karên derve yên welatên Yekitiya Ereban, sibê ji bo Lîbyayê bi awayekî lezgîn li hev dicivin.   Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban, ragihand ku Yekitiya Ereban bi beşdariya wezîrên karên derve yên welatên yekitiyê civînek li dar bixe. Hat diyarkirin ku civîna li ser daxwaza Misirê bi koda "lezgîn" bê lidarxistin dê bi telekonferansê pêk bê.    Serokkomarê Misrê Abdûlfettah El Sîsî, duh ferman dabû Artêşa Misrê ku li hemberî her rewşa Lîbyayê amade be û gotibû ku mudaxaleya raste rast a Lîbyayê meşrû ye.