Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin 2020-06-22 09:06:24 STENBOL - Serokên jin ên baroyên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin, diyar kirin ku guhertina ku tê xwestin di pergala hilbijartinê ya baroyan de bê kirin, li dijî maf û azadiya her mirov, demokrasi, serweriya hiqûqê ye.    Serokên 41 baroyan, li dijî guhertina pergala hilbijartin û xebatên baroyan ku li ser fermana Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan tê plankirin, bê meclisê, ber bi Enqereyê dest bi meşê kirin. Serokên jin ên baroyên Trabzon, Bîlecîk, Duzce û Kocaelî ku di meşa bi dûrişmeya “Parastin dimeşe” tê berdewamkirin de cih digirin, meş û pêşniyarqana ku tê xwestin pê pergala hilbijartin û xebatên baroyan bê guhertin nirxandin.    TRABZON: ARMANC TÊKBIRINA PARASTINÊ YE    Seroka Baroya Tranzonê Parêzer Sîbel Sûîçmez, diyar kir ku feydeya guhertina ku tê xwestin bê kirin, ji pergala edaletê re tuneye û bi vê tê xwestin ku parastina serbxiwe ya lingê sêyemîn ê darazê têk biçe û bê bidestxistin. Sûîçmez, da zanîn ku dadger û dozger ne serbixwe ne û wiha got: “Ev ji nebaweriya gel a ji edaletê diyar dibe. Di parastina serweriya hiqûqê de tenê baro û parêzer mane. Armanca guhertinê têkbirina vî lingê darazê ye. Divê ku ev tenê weke guhertina pergala hilbijartina baroyan neyê nirxandin. Ev pêngav li dijî serweriya hiqûqê û maf û azadiyên bingehîn e.”   Sûîçmez, destnîşan kir ku Destûra Bingehîn peywira parastina maf û azadiyên mirovan û serweriya hiqûqê dide parêzeran û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê hewl didin dengê me parçe û bêbawerî bikin û ji holê rakin. Dixwazim bibêjin ku em dikarin weke ku em dixwazin we bêdeng bikin, qanûnê biguherînin; heke hûn Peymana Stenbolê biparêzin, li dijî cînayetên jinan û istismara zarokan derkevin û ji bo rojnamegerên girtî û parêzeran edaletê bixwazin em ê we ceza bikin. Reya bêdengkirinê di parçekirina baroyan de derbas dibe. Armanca bingehîn ev e.”    PARASTVANÊN GEL TÊN BÊDENGKIRIN   Di berdewamê de Sûîçmez, da zanîn ku daxwazên wan zelal in û wiha pêde çû: “Em ê bi tu awayî qanûna ku anîne rojevê qebûl nekin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Wê meşa me ya demokratîk bidome. Me heta îro ev tişt gotiye, ‘Heke parêzer bêdeng bibin wê bêhn li gel bê çêkandin’. Em êdî îro dikarin berovajiyê vê bibêjin, ‘Heke gel bêdeng bibe wê degnê parêzer û baroyan bê bîrin’. Bi baroyan dixwazin parastvanên gel bêdeng bikin.”    BÎLECÎK: EM DENGÊ JINAN IN    Seroka Baroya Parêzer Bîlecîkê Halîme Aynûr, diyar kir ku li dijî guhertina ku tê xwestin bê kirin, bi hev re têdikoşin û wiha got: “Em dengê zarok û jinan in. Em li gorî rayeyên ku mafên parêzeriyê didine me, di dozên jin û zarokan didin alî. Wê di her dem û şertî de têkoşîna me ya ji bo dengê gel bidome. Em ê li gel kesên bêkes hêviyê biparêz in. Em ji bo serxwebûna darazê û serweriya hiqûqê meşiyan, heke pêwîst bike em ji niha şûn de jî bimeşin. Wê têkoşîna me ya hiqûqê bidome.”   DUZCE: MAFEKÎ DEMOKRATÎK E   Seroka Baroya Duzceyê Parêzer Azade Ay, bi bîr xist ku baro xwedî pergaleke demokratîk a hilbijartinê ne û derbarê guhertina ku tê xwestin bê kirin de ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoya qrîza aborî de ku hemû beşên civakê û parêzer jê bi bandor bûne de nîqaşkirina pêşniyareke wiha şerm e. Em dixwazin ku aştî û azadî bê welat. Li şûna pirsgirêkên me yên lezgîn ku divê bên çareserkirin, ev qanûn neyê nîqaşkirin. Divê parastin azad be. Heke parastin ne azad be û ji pergala hiqûqê bê derxistin, êdî ji darazê edalet nayê hêvîkirin.  Ne ji bo hempîşeyê xwe em ji bom af û azadiya 83 milyon welatiyan meşiyan. Her mudaxaleya ku li me bê kirin wê li mafê welatiyan bê kirin. Em dixwazin ku dev ji qanûna di rojeva xwe berdin. Wê li dijî vê têkoşîna me ya demokratîk bidome.”   KOCAELÎ: DESTÊ XWE VEKIŞÎNIN    Seroka Baroya Kocaeliyê Parêzer Bahar Gultekîn jî bi lêv kir ku meşa wan a ji bo parastinê bi qîmet bûye û ev tişt anî ziman: “Bi salan e êrîşên li dijî sazîbûna parêzeriyê her di rojevê de ne. Mudaxaleya baroyan ne nû ye. Parçekirina baroyan û guhertin xeta me ya sor e. Guhertin, nikare tenê weke parçekirina baroyan û bêbandorkirina parastinê bê nirxandin. Guhertin, li dijî maf û azadiya her mirovên ku li vî welatî dijîn, demokrasî û serweriya hiqûqê ye. Ji bo serweriya hiqûqê bila destê xwe ji ser baroyan vekişînin.”    MA / Semra Tûran