Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin 2020-06-22 11:42:37   DERSIM – Emrah Karakûş ku li Zozana Yoncalikê ya navçeya Pîlemûriyê sewalkariyê dike, diyar kir ku leşker zextê li wan dikin ku ji zozanan dakevin.    Hat diyarkirin ku li navçeya Pîlemûriyê ya Dersimê, leşker zextê li hin welatiyên ku ji bo sewalkariyê derketine Zozanê Yoncalikê dikin. Hat destnîşankirin ku leşker daketina ji zozanan li welatiyan ferz dike. Welatiyê bi navê Emrah Karakûş ku li zozanan sewalkariyê dike, derbarê mijarê axivî û diyar kir ku leşker zextê li wan dikin.    ‘HÛN XWEŞA ME NAÇIN’    Karakûş, da zanîn ku leşker ji wan re astengiyan derdixin û ev tişt got: “Bêyî ku tu hincet nîşan bidin, ji me re dibêjin, ‘Hûn ê ji wir dakevin, em we guncav nabînin, hûn xweşa me naçin’. Em bi malbatî li vir in û sewalên me hene. Serpêlê leşkeran ji bavê min re gotiye, ‘Hûn ji min re nabin alîkar, biçin xwarê’. Dema mirov derdê xwe ji wan re dibêje, miorv guhdar nakin. Çavkaniya debara me zozanvanî û sewalkarî ye. Wê îro yan jî sibê me daxinîn. Rewşa me ya aborî ne baş e, em di rewşeke mexdûr de ne.”