Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune 2020-06-22 12:43:17   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, têkildarî rewşa vîrûsa ku li Şirnexê zêde dibe pirsname da meclîsê û got: "Hêj cîhaza testa vîrûsê ya PCR li Şirnexê tune ye."    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr, têkildarî belavbûna vîrûsa corona ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" li Şirnexê zêde bû pirsname da meclîsê. Îmîr xwest Wezîre Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsên wê bibersivîne. Îmîr anî ziman ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji ber hêjmara nexweşan zêde dibe tijî bûye û êdî nexweşan dişînin bajarên derve û wiha got: “Eger nexweşên bi şewba vîrûsê ketine beşînin bajarên din, dê bi xwe re vê virûsê li bajarên din jî belav bike. Hem nexweşxane têra nexweşan nakin û hem jî li Şirenxê cîhaza PCR tune ye. Alav û amÛRÊN WEKÎ vantilator û hêjmara doşekan kêm e. Nexweşên ku derfetên wan ên derkevin dervê bajar tune bin, li malê bi derfetên xwe tedawî dibin. Tedbîr baş nayên girtin. Welatî bi derfetên xwe tedbiran digirin. Walî û qeymeqamî piştgiriyê nade welatiyan.    Îmîr ev pirs ji Wezîr Koca pirsîn:    “* Wezîr ji bûyer û nexewşên li Cizîrê zêde dibin agahdar e ya na? Di mehek dawî de çend kes nexweş ketin û çend kes bi vê şewbê mirin? Çima daneyên rojane bi saziyan re parve nakin?    * Çima li Şirnex û navçeyên wê tedbîrên pêwist nayên girtin? Çima test dereng tên kirin? Çima 4 mehin heta niha tedbîr baş nehatine girtin?    * Dema welatî û esnaf bi xwe tedbîrên xwe digire, çima hikûmet piştgiriyê nadin wan?    * Dema nexweşî kêm bû daneyên şewbê bi saziyan de dihat parvekirin. Lê piştî nexweşî zêde bû êdî daneyan bi saziyên eleqeder re parve nake. Sedema wê çiye?    * Li Cizîrê rojê çend test tên kirin. Kesên testa wan posîtîf derdikein wan dişînin malê. Ev rast e?