Hevşaredar Nazlier nehat berdan 2020-06-22 14:29:06   AMED - 3’yemîn danişîna doza derbarê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier hatibû vekirin hat dîtin. Nazlier, diyar kir ku şahidê nepen ê ku wê qet nediyet, li ser wêneyan ew teşhis kiriye.    3’yemîn danişîna doza Hevşaredara navçeya Karaz a Amedê Rojuda Nazlier a ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, hat dîtin. Nazlier bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîn li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yekemîn rûniştina danişînê, ji ber rageşiya di navbera parlamenterên HDP’ê û şendeya dadgehê de derket, girtî hat dîtin. Nazlier, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzer Resûl Tamûr, Diyar Çetedîr û Bawer Mizrak di danişînê de amade bûn. Dayika Nazlier Zahîde Nazlier heya danişîn qediya li ber deriye salonê yê danişînê tim rawestiya.    Parêzerên Nazlier, xwestin ku danişîn bi awazeyekê vekirî bê dîtin û girtina danişînê li dijî hiqûqê y e. Dadgehê jî, dest nîşan kir ku wan bi hinceta “ewlekariyê” bi girtî dest bi danişînê kirin. Dozger, mafê axaftinê girt û xwest kêmasiyên heyîn bên temamkirin û girtina Nazlier dewam bike.   ‘BÊYÎ KU MIN BIBÎNE WÊNEYÊN MIN TEŞHÎS KIRIN’   Nazlier, îdîayên “mîlîsek bi talûkeye” ya şahidên nepen red kir û wiha parastina xwe kir: “Şahidên nepen derewan dikin. Me tenê çarekê jî hev ne ditiye. Emrah Bûdak û Ercan Tûcî berî 2 salan hatine girtin û bûne îtîrafkar. Ev kes berê dibeje min ev kes nedîtiye. Lê dûre dibêje min ew ji wêneyan teşhîs kiriye. Kesekê ku qet min nedîtiye, çawan dibe ku min li ser wêneyan teşhîs dike? Ji x we îfadeyên her du şahidan jî dişibin hev.” Nazlier piştî parastina xwe, daxwaza berdana xwe kir.    Parêzeran jî parastin kirin û daxwaza berdana Nazlier kirin. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku girtina Nazlier dewam bike û danişîn taloqî 14’ê Îlonê kir.