3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan 2020-06-22 16:55:46   AMED - 3 jinên li Amedê di 19'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin, bi şertê "konrola edlî" hatin berdan.   Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan, Emîne Akin û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Taş ên di 19'ê Hezîranê de li Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfade dan, sewqî Edliyê hatin kirin. Dozgerê îfadeya 3 jinan girtin û  sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kirin. Dadgehê jî her sê jin bi şertê "kontrola edlî" serbest berdan.