Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt 2020-06-22 19:26:43     AMED - Malbata Acar, cenazeyê keça xwe Lale Acar a HPG'yî ya li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt.    Malbata Acar, cenazeyê keça xwe Lale Acar (Jiyanda Feraşîn) a HPG’yî ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû wergirt. Malbatê ji bo testa DNA'yê xwîn dabû û piştî test diyar bû cenazeyê keça xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirt û ber bi gundê Geliyê Gewda yê navçeya Elkê ya Şirnexê ve ket rê.    Her wiha hat hînbûn ku testa DNA'yê ya Alî Cafer Aztagaç (Mûnzûr Amed) ê HPG'yî jî diyar bûye û wê malbat ji bo cenaze sibê biçe Meletiyê. Aztagaç, li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû.