ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-23 09:00:13 * Rojnameger Alan Meîş li ser xebatên yekîtiya partiyên Kurdan ên li Rova û polîtîkayên li dijî yekîtiya Kurdan rawestiya û diyar kir ku xebatên yekîtiya li Rojava dikare ji bo yekîtiya partiyên Başur bibe mînak. Meîş, bal kişand ser polîtikayên li dijî yekîtiyê jî û got: "Tirkiye, Îran û Rejîma Sûriye naxwazin Kurd yekîtiyê pêş bixin.  Li aliyê din balyozxaneya Amerîka li Sûriyê bi daxuyaniyekê lihevkirina destpêkê ya ENKS’ê û PYNK’ê pîroz kir."  * Li Dersimê yek ji deverên girîng jî ziyareta Topagaçê ye. Tê gotin dîroka wê heya 5 hezar salan jî diçe.    * Parêzerê malbata girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê piştî hat berdan û çend saet şûnde jiyana xwe ji dest da, Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku wan serlêdana sûc kir, lê heta niha tu encam negirtine. Ongor, destnîşan kir ku dema pêdivî bi dermankirina Kaya hebû bernedan û piştî bijîşkan gotin 'Êdî tiştekî em bikine' hêj nû serbest dan.    * Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatûn, bal kişand ser bombeberankirina hin deverên Kurdistanê û got, ya ku Tirkiye dike sûc e û bertek nîşanî NY'yê da.    * Li navçeya Gêlê li ser şikefta dîrokî ya ji dema Paleotîkê mayî avahiyeke du qatî ya qaçax hatiye çêkirin.    * Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Emîn Çoban, bal kişand ser girtina Eylem Oyûnlû ya ku tevî keça xwe ya 10 rojî û 2 salî hat girtin û got, di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye.    * Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û got: “Divê hemû hêzên welatperwer, aşitîxwaz û demokratîk dengê xwe bikine yek û li dijî van êrîşan derkevin.”   *  Li Girtîgeha Sîlîvriyê çalakiya girtiyan a neqebûlkirina xwarinê di hefteya dudoyan de ye. Parêer Vedat Ece ku hvedîtin bi muwekîlê xwe re pêk anî, diyar kir ku girtî bibiryar in ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike.    * Geşedanên derbarê vîrûsa koronayê (Covîd-19) dê werin şopandin.    * Danişîna doza rojnameger Rifat Dogan ê ji ber nûçeya qezaya trênê ya Çorlû tê darizandin li Dadgeha Çorlûyê were lidarxistin.  (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê rapora îşkence û muameleya xerab a di navbera salên 2010 û 2019'an de li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)   * Li Enqereyê "Meşa Parastinê" ya Serokên Baroyan didome. Li gelek deveran dê mudaxileya li dijî meşê were şermezarkirin. (12.30 - 18.30)