'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin' 2020-06-23 09:02:01 AMED - Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatûn, bal kişand ser bombeberankirina hin deverên Kurdistanê û got, ya ku Tirkiye dike sûc e û bertek nîşanî NY'yê da.  Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Dogan Hatûn, bombeberankirina Şengal, Kampa Mexmûrê û hin deverên din ên Herêma Kurdistana Federe nirxandin û got, van êrîşên Tirkiyeyê bi tu awayî nayên qebûlkirin.    Hatûn, destnîşan kir ku kuştina sivîlan sûcekî navneteweyî ye û bibîr xist ku Kampa Mexmûrê kampeke ku di bin kontrola Neteweyên yekbûyî (NY) de ye. Hatûn, got: "Li vê kampê kesên di salên 90'î de gundên wan hatine şewitandin, kesên xizmên wan hatine kuştin hene. Bi mehan e bi ambargoyekê re rû bi rû ye. Niha jî tim tê bombebarankirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê NY careke din li ser xwe hûr bibe. Cihekî di bin kontrola wê de tê bombekirin. Ev tê wateya tengezarbûna NY'yê."    'BOMBEBARANKIRINA SIVÎLAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Hatûn, ji bo bombeberankirina Şengalê jî got: "Ev der di dema êrîşên DAIŞ'ê de serobino bibû. Em şermezar dikin. Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin." Hatûn, anî ziman ku gava TSK'ê êrîşî şengalê kiriye bihîstine ku êzidî hewl dane bên vira û got, bombeberankirina sivîlan sûcekî navneteweyî ye.    Hatûn, diyar kir ku hikûmeta ku nikare welat bi rê ve bibe dixwaze bi şer lis er piya bimîne û got: "Aborî serobino bûye. Di dema vîrûsa coronayê de nikaribû welat bi rê ve bibe. Lewma ket nav hin hewldanên berberîbûnê û dîsa êrîşî kurdan kir. Peyama wan zelal e. Dixwazin bêjin ji xeynî mirinê tu rêyee kurdan tuneye. Delîlên vê li ber çavan e. Derbasî wî aliyê sînor dibin, mirovan dikujin."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Her wiha Hatûn bêdengiya Herêma Kudistana Federe ya ji bo operasyonan jî rexne kir û got: "Ji bo gelê kurd nemire, demildest divê yekîtî çêbibe. kesên berê ji bo maf û azadiyên bingehîn li dijî Sedam şer kirin, divê vê yekê ji bo kurdan hemûyan bixwazin. Kurdê te an jî yê min tuneye. A girîng yekîtiya kurda ye."    Hatûn bibîr xist ligel Mexmûr û Şengalê gelek deverên din ên Herêma Kurdistana Federe jî tên bombeberankirin û got, bombebarankirina qadên sivîl nayê qebûlkirin.