Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye 2020-06-23 09:09:51 AMED - Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Emîn Çoban, bal kişand ser girtina Eylem Oyûnlû ya ku tevî keça xwe ya 10 rojî û 2 salî hat girtin û got, di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye.  Li gorî daneyên sala 2019’an ên Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê, bi giştî 2 hezar û 500 zarok li girtîgehan tên ragirtin. Ji vana 700 jê bi dayikên xwe re dimînin. Herî dawî Eylem Oyûnlû ya 27 salî di 18’ê Hezîranê de bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin. Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Emîn Çoban ji bo girtina Oyûnlûyê got, di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye.    Çoban, diyar kir ku sûc çi dibe bila bibe girtina jineke di vê rewşê de di tu dewlet û qanûnan de nîne. Çoban, destnîşan kir ku a hatiye kirin bêhiqûqîtî ye û tu wijdan tiştekî wiha qebûl nake. Çoban, got: "Em îro bi serdozger re jî axivîn û em ê bişopînin. Sûc çi dibe bila bibe divê dayikak di vê rewşê d eneyê girtin. Zarok ne girtiye ne mehkûm e, bi dayika xwe re mecbûrî dimîne di girtîgehê de. Di vir de cudatiyek heye. Dema mesele zarokeke 10 rojî û yeke 2 salî be, lazim bû dadgehê ji derveyî girtinê tevdîrek din pêk bianiyana. Qanûnên heyî pêk bianiya wê binpêkirineke bi vî awayî çênebûna."    ‘TEVDÎRA HERÎ DAWÎ GIRTINE’   Çoban, anî ziman ku dadgehê ji xeynî girtinê dikaribû tevdîreke din bigirtana û got: "Kontrola edlî, hefsa malê, qedexeya derveyî welat, kontrola îmzeyê, gelek tedbîrên kontrola edlî hene. Mînakên vê yekê jî hene. Beriya 20 rojan zarokeke 3 salî bi dayika xwe ve hat girtin. Bi saya zextên raya giştî dayik serbest hat berdan. Di vê meseleyê de jî dikaribûn tiştekî wisa bikirana. Dadgehên Sulhê yên Navçeyan di vê mijarê de bêperwa tevdigerin, dibên ‘bila dosya ji destê me derkeve kî çi biryar dide bila bide.’ Ev biryara ku dayî bêhiqûqîtî ye. Ji aliyê tenduristiyê ve jî hê tiştek nehatiye serê dayikê û her du zarokên wê demildest divê bên berdan."    ‘KÎJAN WIJDAN DI VÊ REWŞÊ DE BIRYARA GIRTINÊ DIDE?’   Çoban, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba vîrusa coronayê de divê girtina dayikeke ku nû zarok aniye dinê nehata nîqaşkirin û got: “Di pêvajoya şewba coronayê de kesên ku dikevin girtîgehê 14 rojan di karantînayê de dimînin. Odeyên ku werdigirin karantînayê wek hucreyê ne. Tenê cihê razanê heye. Ew dayik bi zarokên xwe ve dê çawa li wê derê bimîne? Pêwistiyên zaroka 10 rojî dê çawa werin bidestxistin. Bin zaroka 2 salî jî tê girêdan, dê pêdiviyên zarokê peyda bike? Dê kî hesabê vê trawmayê bide? Diviya dadger ev yek bîrbirana û li gor wê biryar bidana. Kîjan wijdan di rewşeke wisa de dê biryara girtinê bigire?"    ‘LI GOR QANÛNÊN QEDEXE YE’   Çoban, da zanîn ku qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên Bangokê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gor Qanûnên Bangokê yên NY’yê girtin jinên ducanî û yên ku nû zarok anîne dinê qedexe ye. Werin girtin jî der barê şert û mercên wan de hinek rêgez û pîvan hene. Em nikarin biryareke derveyî van qanûnan hatî dayîn niqaş bikin. Daxwaza me ew e ku ev biryara bêhiqûqî ji holê bê rakirin. Niha zarokeke 10 rojî û yeke 2 salî bi dayika xwe ve di hucreyê de dimînin. Di pêvajoya karantînayê de qelsbûna bunyeya zaroka 10 rojî û îhtîmala bi şewba vîrusa coronayê bikeve wê bibe sedema binpêkirina mafê jiyanê. Ji bo jineke ku nû zarok anî dinê jî rewşeke pir birîsk e. Bi biryara girtina kesekê mafê jiyanê yê 3 mirovan di xetereyê de ye.”   DÊ RAPOREKÊ AMADE BIKIN   Çoban, bilêv kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo tu zarokan ne guncav in û got: “Dema em li şertên girtîgehê dinêrin xwedîkirina wan zaroka dê çawa pêk bê? Di pêvajoya karantîna û hucreyê de ji bo leyistina zaroka du salî dê çi bikin? Televîzyon jî tuneye li wir. Kesekî ku pê re biaxivin jî tuneye. Tu tişt nikare trawmaya wê dayikê ji holê rake. Ji ber wê berê dadger biryarê bide divê bi wijdan tev bigere."    Çoban, bibîr xist ku li girtîgehan zêdetirî 700 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne û got: “Divê çareseriyek ji jinên bi zarok û nû zarok anîn dinê were dîtin. Divê cihêkarî neyê kirin. Em ê tim li dijî van bêhiqûqiyan rabin. Daxwaza me ya ewil ew e ku tu zarok di girtîgehê de nemînin. Der barê dayika ku bi zarokên xwe yên 10 rojî û 2 salî ve hatî girtin de em ê raporeke berfireh amade bikin. Em ê hem ji NY’ê re hem ji meclîsê hem jî ji cihên ku em bikarin dengê xwe bigihînin re bişînin ku bêhiqûqiyên bi vî şiklî çênebin."