Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye 2020-06-23 10:02:19   NAVENDA NÛÇEYAN – DMME’yê serlêdana ji bo Berkîn Elvan ku dema bûyerê Parqa Geziyê bi guleya polisan hatibû birîndarkirin û piştre jiyana xwe ji dest dabû, kir rojeva xwe.   Berkîn Elvan, dema çalakiyên Parqa Geziyê, di 16’ê hezîrana 2013’an de bi guleyan polisan ji serê xwe hatibû birîndarkirin û piştî ku 269 rojan di qomayê de mabû, di 12’ê adara 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû. Doza ku polisê bi navê Fatîh D. weke kujerê Elvan têde tê darizandin, li 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê didome.     DMME’YÊ PIRS JI TIRKIYEYÊ KIRIN   Malbata Elvan, di 29’ê mijdara 2019’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû û DMME’yê serlêdana malbata Elvan qebûl kir û kir rojeva xwe. DMME’yê bi qebûlkirina serlêdana malbatê re derbarê kuştina Elvan de hin pirs ji Tirkiyeyê kirin û xwest ku Tirkiye parastina xwe div ê mijarê de bike.