Serokên baroyan: Em di binçavan de ne 2020-06-23 10:20:18   ENQERE – Ji duh ve “Meşa Parastinê” ya serokên baroyan ên di têketina Enqerê de ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Serê sibê polîsan bi du bend bariyer û maşîneyan dora hiqûqzanan girt û destûr nadin biçin û bên. Hiqûqzan dibêjin ku ew di binçavan de ne.    Serokên baroyan li dijî guhertina yasaya parêzertiyê û pergala hilbijartina baroyan di 19’ê hezîranê de ji gelek bajaran ber bi Enqerê ve “Meşa Parastinê” li dar xistin. Meş duh gihîşt Enqerê. Serokên baroyan duh di têketina Enqerê ve ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û astengkirin nahêlin ku hiqûqzan biçin navenda Enqerê. Tevî mudaxileyan polîsan û barîna baranê jî serokên baroyan dest ji çalakiya xwe berneda. Ji duh ve polîsan 5 caran mudaxileyî serokên baroyan kir.    DU BEND BARIYER Û BENDEK MAŞÎNE    Ve sibêhê polîsan bi du bend û maşîneyên zirxî yên polîsan derdora hiqûqzanan girt û ew dorpêçkirin. Destûr nadin kes biçe piştgiriya serokên baroyan, rojnameger tên astengkirin û nahêlin serokên baroyan derkevin derveyî bariyeran.    XWARIN JÎ QEDEXE YE   Xwesteka serokên baroyan ku sandalye bibin li serê rûnên jî nehat qebûlkirin û xwarina ku Baroya Enqerê anîbû jî bernedan. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê duh bi şev mişambe û şorbeyê ji serokên baroyan re şand û tenê destûra vê hat dayîn. Hat gotin ku destûr nadin serokên baroyan çayê jî bixwazin.    DESTÛR NEDAN HIQÛQZAN BIÇIN DAŞIRÊ    Polîs destûrê nadin ku parêzer biçin daşirê jî. Serokên Baroyan vê rewşê wek binçavkirinê pênase dikin û gotin rewşa niha ew têde binçavkirî ne. Hiqûqzan wiha dibêjin “Em di binçavand e bûne qe nebe em ê biçûna daşirê. Cezayê neçûna daşirê li me dibirin.” Li ser bertek nîşandana parêzeran daşira seyar anîn qada çalakiyê.    POLÎSAN XWEST CEZAYÊM ASKEYÊ LI HIQÛQZANAN BIBIRE    Polîs nîvê şevê çûn cem serokên baroyan û xwestin ceza li yên bêmaske bibirin. Serokên baroyan bertek nîşanî vêy ekê dan û gotin: “Hevalên we maske nadin ber devê biçin ceza li wan bibirin.    Polîsan vê carê jî wêneyên serokên baroyan girtin. Serokên wiha bertek nîşanî vê yekê dan: “Xwelî li serê we be. Hûn rezîl û riswa ne. Hûnê me bi cezayan bitirsînin. Atraksiyonên nû bibînin.” Li ser bertekê polîs paş ve kişiyan. Serokên baroyan jî bi telefonên xwe dîmen û wêneyên polîsên xwestin rageşiyê derxin girtin.    Polîsan vê sibehê destûr neda Cîgirê Serokê Baroya Bîlecekê bikeve qada çalakiyê.    ‘EM BAŞIN HÛN BIKENIN’    Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli yê duh polîsan lê dabû jî di twîtterê de wiha got: “Ez baş im, em baş in. Tevî her tiştî bikenin.”    ‘ME VÎ WELATÎ LI ERDÊ NEDÎTIYE’    Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkat jî wiha got: “Yên mafdar jî û yên rewa jî em in. Ew çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin. Me vî welatî li erdê nedîtiye.”